PYD`ê di salvegera damezrandina xwe de: Partiya me li berjewendiyên partîtî negeriya

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di salvgera 16`emîn a damezrandina partiyê xwe de, soza nûkirina bi girêdana pêkanîna projeya netewa demokratîk û biratiya gelan, da.

Partiya Yekitiya Demokratîk sala 2003`an hate avakirin û sibê roja Înê ango 20`ê Îlonê salvegera damezrandina wê ya 16`emîn e.

Bi vê boneyê Meclisa Giştî ya PYD`ê daxuyaniyeke nivîsk bi sernavê “16 sal ji têkoşînê” weşand.

Di destpêka daxuyaniyekê de hate gotin: “Gelê birêxistinkirî ew dikare îradeya xwe feriz bike û armancên xwe di jiyana azad a bi rûmet de ya ku armanca her civakê û ferdekî di nava civakê de ye, pêk bîne. Partiya siyasî jî dikare gel birêxistin bike û di rêwîtiya têkoşîna ber bi pêkanîna daxwazên civakan, gel birêve bibe. Ev bingeha ku partiya me Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di 20`ê Îlona 2003`an li ser hatiye avakirin û di gihandina civakekî exlaq-polîtîk ku armanca me bû, qurbanî da.”

PYD`ê di daxuyaniya xwe de endamên damezrêner ên ku di rêwîtiya têkoşîna partiyê de şehîd bûne, bi bîr anî û wiha dewam kir: “Partiya me di destpêka volkana Rojhilata  Navîn a bi dagirkirina Amerîka ji Iraqê re hate avakirin û ala têkoşînê di rewşa herî dijwar de rakir. Yekemîn ezmûna xwe di serhildana Qamişlo de derbas kir, lê bedel xwîna şehîdan bû mîna Ebû Cûdî, Şîlan, Fûad, Zekeriya, Cemîl, Ciwan û hevalên din wekî Osman Dadalî, Îsa Hiso, Xalid Kotê û bi dehan şehîdên ku rêya têkoşîna me di pêvajoya şoreşa gelê Sûriyê û heta gihanda vê astê, ronî kirin.”

PYD`ê armancên xwe yên sereke di avakirina civakeke zan ku dikare karê xwe birêve bibe û xwe birêxisitn bike, bibîr xistin û got: “Partiya me bi demokratîbûna gelê bawer kir  û li ser vî esasî kar kir û tu rojekê civakeke kole ya ku daxwaza desthildariyên zordar bû, qebûl nekir.

Her wiha partiya me bi çareseriya doza kurdî li Sûriyê ya ku rêya pêkanîn Sûriyeke demokratîk e, bawer kir. Lewra, Rêveberiya Xweser a Demokratîk di kongreya xwe ya sêyemîn de sala 2007`an ji xwe  re wekî esas girt. Di şoreşa gelê Sûriyê de, xeta sêyemîn a ku xwe dispêre ser enerjî û derfetên gel ên xweser, hilbijart. Her wiha pişta xwe da rola ciwan û jinê ya pêşeng, da ku bi rola xwe ya dîrokî ya pêkanîna şoreşa civakî rabin. Di heman demê de, rêgeza hevserokatiyê di rêxistinkirina xwe de di kongreya 5`an de sala 2012`an de pejirand. Her wiha gel xwe bi xwe û di nav de projeya erkaxweparastinê, xwe rêxistin kir, heta ku gihişt civakeke rêxistinkirî ku dikare xwe biparêze û mezintirîn rêxisitnên terorîst ên hov û paşdemayî têk birin. Lewra civaka me bû dozeke sereke li herêmê û pêşenga civakên rûmetxwaz ên Rojhilata Navîn.”

PYD`ê girêdana xwe bi metoda niştimanî dûrî partitiya teng teqez kir û wiha domand: “Partiya me li berjewendiyên partitî negeriya, her tim hebûnên etnîk û baweriyan weke dewlemendiyekê çesipandiye, ne weke ku bibin sedemên nakokî û pevçûnan, weke ku çawa desthilatdar dixwazin. Lewra me hemû saziyên civakî bi awayekî çalak di derxistina qanûnên ku karûbarên civakê birêxistin dikin da ku civaka me bibe civakeke saziyan, ava kirin.”

PYD`ê di dawiya daxuyaniyê de, girêdana xwe bi pêkanîna projeya netewa demokratîk re anî ziman û wiha berdewam kir: “Em wekî Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi hemû rêxistinên xwe, civaka xwe li ser tiştên ku me di rêwîstiya têkoşînê ya 16 salan kiriye, pîroz dikin û di sala 17`an de jî em ê hin tiştên din bikin, ev yek jî ji bo wefedariya me bi şehîdên me re ye. Em careke din soz didin ku rêya wan bişopînin heta pêkanîna armancên wan ên di netewa demokratîk û biratiya gelan de, da ku civaka me bibe baxçeyekî dewlemend bi rengê xwe.”

(kc)

ANHA


Mijarên Din