PYD: Daxuyaniyên hin aliyan xizmeta neteweyê û kurdîtiyê nakin

Desteya Rêveber a PYD`ê diyar kir ku daxuyaniyên hin aliyan tenê dikevin xizmeta geşkirina nakokiyên bêsûd ku xizmeta neteweyê û kurdîtiyê nakin, her wiha daxwaz kir ku li hember arîşeyan helwesteke cidî bê nîşandan.

Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildaîr arîşeyên li pêşiya herêmê û pêwîstiya hevgirtin û yekbûna nêrînan ji bo sekindina li hemberî van arîşeyan û parastina destkeftiyên herêmê, daxuyaniyek da.

Daxuyaniya PYD’ê wiha ye:

“Piştî ku DAIŞ di aliyê meydanî de li ser destê Hêzên Sûriya Demokratîk di 23`yê Adara îsal de li Baxozê û bi destekdayîna ji Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî Terorê têk çû, pêvajoyeke nû ji arîşeyan di hemû aliyan de derket. Ew jî diviyabû hemû faşîzma DAIŞ`ê were bidawîkirin an jî girêdayî gefên Tirkiyê yên berdewamî li ser tevahiya Sûriyê û herêmê û bi awayekî sereke jî li ser gelê Kurd û hebûna wî. Di heman demê de, siyaseta rikdariyê ya ku sîstemên otorîter û di serî de hikumeta faşîst a Tirkiyê dimeşîne û israra dewamkirina siyaseta qirkirin û înkarkirina Kurdan û der heqê doza wan a adil de her wiha  beşek ji axa Sûriyê dagir kiriye û nexasim kiryarên xwe yên ku li Efrînê  siyaseta guhartina demografîk li pêşiya hemû çavên cîhanê ye. Di heman demê de, arîşeyên din ên girêdayî rewşa jiyanê ya li herêmên Rêveberiya Xweser, arîşeya çareseriya aloziya Sûriyê li gorî xeta siyasî, her wiha peydakirina çareseriyeke navneteweyî-herêmî sûrî ya ji bo endamên DAIŞ û malbatên wan ku hejmara wan derdora 70 hezar e û ji 60 nasnameyên cîhanî ne.

Em wek Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk, dibînin ku ji hemû hêz û partiyên siyasî û hemû beşên gel tê xwestin ku li hemberî van arîşeyan berpirsyarî û sekneke cidî lazim e. Da ku deskeftiyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin parastin ku di heman wextê de bûye nimûneya herî guncaw ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê ku derbasî sala xwe ya 9`an bûye. Em teqez dikin ku yekemîn gava vê aloziyê bi rêya parastina vê destkefiyê ye û divê gavên cidî ji hemû aliyan ve werin avêtin, yên di hundirê Rêveberiya Xweser de yan jî yên ji derveyî wê. Her wiha hewldanên ji bo çêkirina di navbera partiyên kurdî yên li Sûriyê bi armanca çareserkirina van nakokiyan bi awayekî avakirî. 

Lê em dibînin ku hin daxuyanî ji hin aliyan derdikevin. Beriya her tiştî asta tengbûna fikrê wan dide diyarkirin û berjewendiyên xwe yên çînîtî li ser berjewendiyên neteweya Sûriyê giştî yan jî kurdî digirin, her wiha dikeve çarçoveya daxwazên sîstemên otorîter. Her wiha hemû rêbaz û siyasetên ku xizmeta geşkirina nakokiyên bêsûd ku xizmeta neteweyê û kurdîtiyê nakin, dikin. Ev aliyên ku tenê fayde dide sîstemên ku bi edaleta demokratîk û kurdî li Sûriyê û parçeyên din, ne bawer in.

Em bang li gelê xwe yê Kurd li Sûriyê û hemû pêkateyên ku em bi jiyana hevbeş û yekitiyê ve bi wan ve girêdayî ne, her tiştî bikin ji bo parastina destkeftiyên ku hatine bidestxistin û hemû hewldanên ku dixwazin şerê Rêveberiya Xweser, ewlehî û aştiya me têk bibin, qut bikin.”

(kc)

ANHA


Mijarên Din