Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildarî komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî welatiyan li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî pêk aniye û di encamê de 4 welatî şehîd bûn, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de meclisê sûcê li dijî gelê Kurd li Cindirêsê pêk hatiye şermezar kir û destnîşan kir ku ev sûc careke din îsbat dike ku dewleta Tirk dijminê hebûna gelê Kurd ku nasnameya xwe diparêze. Her wiha diyar kir ku sûcên li Cindirêsê pêk tên, berdewama siyasetên koçberî, qirkirin û guhertina demografiye ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî pêk tîne.
Meclisê bang li gelên herêmê kir ku bi hev re li hember siyasetên qirkirinê bisekinin. Meclisê piştevanên çeteyan û her kesê ku siyasetên wan rewa dike şermezar kir û bang li civata navneteweyî kir ku van sûcan rawestîne û helwesteke mirovî li hember êşên xelkê li herêmên dagirkirî nîşan bide.
Meclisê di dawiyê de got: “Em ji gelê xwe yê li Efrînê destnîşan dikin ku berxwedana me ya li hember dagirkeriyê dê berdewam bike û em dê şopdarên rêya şehîdan bin. Em dê bi şev û roj kar bikin ji bo ku dagirkeriyê tune bikin, Efrîn û hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin.”
(dm/şx)
ANHA