‘Pêwîstiya Sûriyê bi projeyek demokratîk a nû heye’

Lêkolînerê siyasî û endamê Yekîtiya Rewşenbîran ê şaxê Kantona Kobanê Mesûd Mihemed got: "Asta aloziya Sûriyê roj bi roj girêktir dibe. Rejîma Sûriyê nikare bi tenê aloziyê derbas bike. Pêwîstiya Sûriyê bi projeyek demokratîk a nû heye."

Lêkolînerê siyasî û endamê Yekîtiya Rewşenbîran ê şaxê Kantona Kobanê Mesûd Mihemed ji ajansa me re axivî û behsa aloziya Sûriyê û bandorên wê li ser gelê Sûriyê li ser tevahiya astan, kir.

Lêkolînerê siyasî Mesûd Mihemed di destpêkê de got: "Sûriye di pêvajoyekê re derbas dibe êdî hemwelatiyê sûrî nikarin bijîn. Ji ber ku rejîma Sûriyê siyaseta xwe didomîne, rewşek tahl li civakê ferz dike û ji çareseriyan dûr dikeve. Pêwîstiya Sûriyê bi projeyek nû ya demokratîk heye. Bi taybet rewşa aborî aloz bûye. Civak êdî nikare quta xwe ya rojane peyda bike. Rejîm tenê xîtabên zingîn bê bingeh dide. Îro diyar dibe ku Rejîm nikare projekî yan jî çareseriyan ji aloziya aborî re bibîne.  Gelo wê çawa aloziya Sûriyê bi tena serê xwe çareser bike? Di vê dawiyê de Sûriye ji ber aloziya siyasî di aloziya aborî re derbas dibe. Ji ber wê bihayê  lîreyên Sûriyê li bermaberî dolar bi awayekî zêde ket. Ew jî bandor li sûkan kir û bû encama ku bihayên kelûpelan buha bibin.”

Her wiha gelê Sûriyê ji ber vê aloziyê bi hêrs bûye. Di dema ku ji her demê bêtir dixwaze aloziya welêt çareser bibe û azarên wî tune bibin.

Girêdayî mijarê Mihemed got: "Hêzên derve nikarin ji bo aloziya Sûriyê bigihêjin lihevkirinek guncew. Ji ber ku her yek li gorî berjewendiyên xwe kar dike. Hinek hewl didin axa Sûriyê dagir bikin û dagirkeriya xwe fireh bikin. Hinek din jî dixwazin xêrûbereketa vî welatî destser bikin. Lewra Rejîm nikare bi tena serê xwe biryaran bigire. Tenê daxwazên dewletên dijminên gelê Sûriyê tîne cih. Projeya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê pêşkêşkirin, îsbat kir ku dikare bibe projeyek ji tevahiya gelê Sûriyê re. Ev proje tevahiya pêkhateyên herêmê kom kir. Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê ev proje rêya herî rast e."

Di dawiyê de got: "Çareseriya aloziya welêt bi civînên li derve lidar dikevin çareser nabe. Lê belê lihevkirina rejîma Sûriyê bi hêzên herêmî re yên xwedî projeya demokratîk dê çareserkirina aloziya Sûriyê hêsan bike."

(şx)

ANHA


Mijarên Din