Pêwîst e her kes li hember dagirkeriya Tirkiyê hişyar be

ZEKÎ BEDRAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide ku bi rêya danûstandin û dîplomasiyê pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk bigre. Ev hevdîtinên bi Tirkiyê re di ser Emerîkayê re dewam dikin. Xuya ye ku dagirkeriya Tirkiyê, ne li gorî berjewendiyên DYE'yê ye. Ji ber destkeftiyên ku bi têkoşîna li dijî DAIŞ'ê hatine bidestxistin dê winda bibin. Dê Sûriye bêtir tevlihev bibe. Tu meraqa dagirkeriya Tirk a çêbûna aştî û aramiyê li Sûriyê nîn e. Ji bo wan a girîng; ka dê Kurda çawa tune bikin, giringe. Bi taybet, ew hewl didin şerekî navxweyî di nava Kurd û Ereban de çêbikin. Ji bo vê yekê, Tirkiyê li dora komên çete yên ku ji Erevan girtine, di bin navê “Artêşa Sûriya Azad” de civand. Piraniya van çeteyan ji DAIŞ û El-Nusrayê hatin. Rûsya berê dagirkeriya Tirkan da rojhilatê Firatê. Lê belê, bi derbasûna DYE'yê re ev plan pêk nehat. Dema ku Tirkiyê bi DYE'yê re hevdîtin pêk anî û dagirkerî rawestiya, Rûsya û rêveberiya Şamê operasyonên xwe li Idlibê zêde kirin. Tirkiyê rêjeya dana çekan û lojîstîka ji El-Nusra pirtir kir. Ji bo ku Tirkan rawestîne, Rûsyayê bi balafiran karwanekî wan bombebaran kir.

Tirkiye di rewşeke tengav de ye. Niha dê Erdogan dîsa bi rêya Moskovê  bikeve. Wê biçe ber lingê Pûtîn. Pûtîn pirsgirêk baş fam kiriye û karta kurdî wek materyaleke xurt li dijî Erdogan bi kar tîne. Herî kêm heya niha hêzên Rêveberiya Xweser, karibûn li hemberî dagirkeriya Tirkiyê ya li dijî Sûriyê bisekinin. Ev bi navgîniya dîplomatîk û ramanên siyasî bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) re hate bidestxistin. Ger Tirk bikevin rojhilatê Firatê, dê Sûriye bikeve qeyranekê ku nikare ji nav derkeve. Jiber cihê ku Tirkiyê dagir dike, jê dernakeve. Ew hêzên ku bi wî ve girêdayî ne, bi cih dike da ku Îxwanî Muslimîn bike serwer. Bi vî rengî, dê bingehekê ji bo tesfiyekirina Beşar Esed ava bike.

QSD serkeftî bû ku pêşî li dagirkeriya Tirkiyê bigire û karibû vê nexşerêya xeternak heta demekê rawestîne. Pêdivî heye ku rejîm wate û nirxê bide van destkftiyan. Li şûna ku Kurd û Ereb bi lîstika nîjadperestên Tirkiyê bên xapandin, li beramberî van bibin yek û dagirkeran ji xaka Sûriyê derxin. Wekî din, yekîtiya gelên Sûriyê dê enerjiyeke pir mezin derxe holê. Ji ber ku wê yekîtî ne bi rengê tund û serîtewandinê be. Ew ê demokrasiyê ragire û ji Rojhilata Navîn re bibe modeleke demokrasiyê. Danasîn û dewlemendiya çandî ya gelên ku li ser bingeha azad û afirîner têne ba hev, wê derî li cîhaneke nû veke. Ger rejîma Esed karibe Idlibê bigire, ew ê ji bo yekîtiya Sûriye qezenceke girîng be. Ku Sûriye bi hêzên Bakurê Sûriyê re li ser bingeha destûreke demokratîk li hev bikin, Sûriye dê ji her demî pitir bi yekdengî bisekine. Ji bo vê yekê, pêdivî heye ku rêveberiya Şamê dest ji hişmendiya kevin û navendî berde.

Ger ew bêje “ez li ser pêyanim û min Idlib girt, ez ê her tiştî bînim ser koka Sûriye”, wê di alozî û tengasiyên nû de bifetise. Sûriye ketiye nav hevsengiyeke nediyar. Pêwîst e ku gavên baldartir bêne avêtin. Bêdengiya Îran û Rûsyayê di rojên ku Tirkan aciz dikirin û digotin “em êrişî bakurê Sûriyê dikin”, balkêş bû. Lê belê, ev her du dewlet li erda Sûriyê ne, her dem dibêjin ku ew berevaniya xaka Sûriyê dikin. Dema ku Tirkiyê Sûriye dagirkir, ma xaka Sûriyê hate tamînkirin? Van her du dewletan, Tirk şermezar nekir û negot hûn nikanin bikevin Sûriyê. Tiştê balkêş ev e, dema ku hêzên Bakurê Sûriyê bi hevkariya DYE'yê êrîşa Tirkiyê rawestandin, di cî de; Îranê rêyek dît û got ew vê rêkeftinê nas nake. Jixwe dewleta Tirk zêde guh nade van peymanan. Ew derfet bibîne wê careke din êrîşî Bakurê Sûriyê bike.

Bi rastî, ew dikarin bandora Îran û Rûsyayê ya li ser Şamê bi kar bînin, ji bo ku Rêveberiya Xweser nas bikin û aştiya navxwe xurt bikin. Tu pêngavek hêja nîn e, lewra ne hêjayî gotinê ye. Heya niha ev pêşketin çênebûye. Rêveberiya Şamê, Rêveberiya Xweser nas bike û heke yekbûneke demokratîk pêk were, wê yekîtiya Sûrî pêk were. Ji xeynî vê, ev sendîka nikare ji derve were ferzkirin. Ew ê ji bo gelên Sûriyê ku xwe bi xwe bi rê ve bibin baştir be. Di wê demê de, bingeha hêzên biyanî yên ji bo mayîna li Sûriyê lawaz dibe û rastiya wan ji holê radibe. Ji bo siberoja geş a Sûriyê, divê gel bibin yek û ji bo vê yekîtiyê pêwîst e, hemû hêz bi berpirsyarî tev bigerin.

Rojnameya Ronahî

(bm)


Mijarên Din