Putin: Ji bo ewlehiya li Idlibê pêk were me bi Erdogan re tedbîr diyar kirine

Serokê Rûsya Valdimer Putin ragihand "Me bi Tirkiyê re , ji bo tinekirina terorê û pêkanîna aramiyê li Idlibê tedbîr din diyar kirine."

Piştî merasîma vekirina Festîvala Feza û Hewavaniya Navnetewî serokê Rûsya Vladimîr Putîn û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîîp Erdogan kongreyeke çapemeniyê li dar xist.

 Kongrê li balafirxaneya Navneteweyî ya Jukovskiya Moskowê seatek û 20 deqeyan berdewam kir.

Putin got, wan di vê hevdîtinê de girîngiyek taybet girêdayî doza Sûriyê diyar kirine. He wiha anî ziman ku wan li ser girîngiya ku aramî û çareseriya siyasî li herêmê pêk werin li hev kirin.

Putin daxuyand ku rewşa li herêma Idlibê ji bo Rûsya û Tirkiyê cihê fikaran çêdike û got, "Komên terorîst" li wir êrîşan ne tenê li ser artêşa Sûriyê, di heman demê de hêzên Rûsyayê didomînin.

Putin got, "Me bi serokê Tirkiyê re girtekên hevpar ji bo tinekirina terorê li Idlibê û  armanê li gelemperiya Sûriyê girtekên hevpar diyar kirine. Me bi awayekî berfireh ev mijar nîqaş kir. Em gihiştin lihevkirinekê der barê karînim me ji bo çareserkirina vê dozê û em ê çawa pêk bînin."

 


Mijarên Din