Pûtîn û Erdogan dê îşev bi telefonê biaxivin

Berdevkê serokatiya Rûsyayê Dmitriy Peskov ragihand ku dê îşev serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi hev re bi rêya telefonê biaxivin.

Peskov ji çapemeniyê re wiha daxuyand: "Dê îşev bi rêya telefonê Pûtîn û Erdogan bi hev re biaxivin."

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî ragihand ku dê bi rêya telefonê bi serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re îşev biaxive. Erdogan got dê tevahî pêşdeçûnên li Idlibê nîqaş bikin û wiha domand: "Dê helwesta me jî li gorî pêwendiya telefonê diyar bibe."

Di navbera Rûsya û dewleta Tirk de li ser paşxaneya binketina 3 gerên diyalogên di navbera her du aliyan de, der barê Idlibê de nakokî zêde bûne.

(fr)


Mijarên Din