Pûtîn û Biden li ser vegerandina balyozan li hev kirin

Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn piştî civîna li Cinêvê ya bi hempîşeyê xwe yê amerîkî Jeo Biden re ku 4 saetan dewam kir ragihand ku dê balyozên wan vegerin û diyar kir ku dema vegera wan dozeke girêdayî tedbîran e.

Pûtîn di civîneke çapemeniyê li Cinêvê de got: "Danûstandinên me heta astekê baş bûn. Me li ser destpêkirina şêwirên têkildarî ewlehiya elektorînk li hev kir."

Pûtîn eşkere kir ku Biden ew venexwendiyê Koşka Spî, lê wî jî Biden venexwendiyê Kremlinê.

Pûtîn ragihand ku têkildarî aloziya Ukraynayê bi Biden re axiviye û da zanîn ku tevlêbûna Ukrayanayê ji NATO`yê re nabe were nîqaşkirin.

Di heman demê de Pûtîn got serokê Amerîkyê soz da ku dema peyaman Start 3 salan dirêj bike.

Serokê Rûsyayê Pûtîn, îtîraf bi hebûna nakokiyên bi Washingtonê re yên têkildarî gelek dozan kir û Amerîka bi êrişên qetilkirinê li gelek herêmên li cîhanê tawanbar kir.

Pûtîn destnîşan kir ku Washingtonê piştgiriya xwe ji rêxistinên siyasî yên muxalif ên Rûsyayê re eşkere kiribû, li gel wê jî DYA’yê Rûsya bi dewleteke dijber wesif kir.

Têkildarî tawanên li dijî Rûsyayê ku aliyê North Polê (Cemsera Bakur) kiriye qadeke leşkerî, Pûtîn got ev ne rast in û welatê wî li gorî qanûnên navneteweyî tev digere.

Kremlin diyar kir serokên Rûsya û Amerîkayê di dawiya danûstandina li Cinêvê de li ser aramiya stratekîk ragihandineke hevbeş da.

(eh)


Mijarên Din