Pêşwazîkirina qedexeyê û xwestekên dabînkirina xizmetguzariyên sereke

Şêniyên navçeya Şedadê biryarên Şaneya Aloziyê û fezkirina qedexeya giştî li ser tevahî bajaran erênî dîtin û her wiha ji saziyên xizmetguzariyê daxwaz kirin ku xizmetên bingehîn dabîn bikin.

Şaneya Alzoiyê ya herêma Cizîrê biryara ferzkirina qedexeya giştî li tevahî bajarên kantona Cizîrê bi dema 14 rojan piştî jimarek ji şênî bi Koronavîrusê ketine da. Da ku pêşî li berbelavûna Koronavîrusê bigire.

Biryar vê sibehê kete miryetê û dê heta 20 vê mehê bidome, tenê nuqteyên tenduristî, firne û hin saziyên xizmetguzarî ji vê biryarî bê par in.

Şêniyê bi navê Basim Ezîz ji navçeya Şedadê piştrast kir ku şênî li gorî bingehên parastin, karantînayê tev digirin. Her wiha piştî qeydkirina rewşên pêketina Koronavîrusê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet li gel kêmbûna madeyên tenduristî, bi cidî bi mijarê girtine.

Ezîz wiha domand: "Di mehên borî de şêniyan da zanîn vîrus xapandin an jî propaganda ye û nagihîje herêmên me, lê rastî hat naskirin."

Ezîz destnîşan kir ku lê hê jî hin kes hene ku li gorî rêbazên parastina tenduristiyê tev nagerin û biryarên ji Şaneya Aloziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk naynin û wiha got: "Divê aliyên pêwendîdar rola aktîf a pêkanîna biryarên pêşîlêgirtina pandemî û qedexeya berbelavbûna wê bilîzin."

Li aliyekî din jî Husam Husên diyar kir ku biryara pêkanîna karantînaya malê bi radeya yekemîn li gorî dabînkirina pêdiviyên sereke yên şêniyan ji nan, avê, xwarin, sotemenî û hwd ji aliyê saziyên pêwendîdar ên navçe û şaredariyan e.

Husên bal kişand ser ku di roja yekemîn a pêkanîna biryara qedexeya giştî de li ber firne û benzînxaneyan kombûn heye û wiha domand: "Bang li aliyên pêwendîdar dikin ku madeyên sereke ji şêniyan re dabîn bikin."

Li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê sûriyê 54 kes bi Koronavîrusê ketin û şêniyek li Şehbayê jî bi Koronavîrusê mir.

(fr)

ANHA


Mijarên Din