‘Pêşwaziya Amerîkayê ji Erdogan re beşdariya ji komkujiyan re ye’

Li dijî serdana Erdogan ji DYA`yê re û hevdîtina Trump, bi hezaran şêniyên Reqa û Tebqayê daketin qadan û diyar kir ku serdana Erdogan beşek ji komployên li dijî gelên Sûriyê ye, berdewamkirina komkujî û qirkirina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Li Tebqayê bi sedan şêniyên herêmê, gundewarên wê, partiyên siyasî û saziyên bajêr li kolanên Taxa Sanî geriyan û ji navenda Rêveberiya Jinan ber bi Navenda Çand û Hunerê ve çûn. Xwepêşandêran êrişên artêşa Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, serdana Erdogan ji DYA`yê re şermezar kirin û berxwedana QSD`ê di çeperên şer de silav kir.

Xwepêşandêran pankartên bi nivîsên şermezarkirina lihevkirinên di navbera dewletên cîhanê yên ku qirkirina gelên Sûriyê rewa dikin û hin nivîsên banga li Trump ku di qirkirina gelên Sûriyê de nebe hevkarê Erdogan, hilgirtin.

Duh Meclisa Sivîl a Tebqayê konê çalakiyê li pêşiya baxçeyê Navenda Çand û Hunerê vegirt û meş li bin kon sekinî. Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê li ser navê Meclisa Zagonsaz a Tebqayê cîgira meclisê Huda Ilêwan axivî û got şêniyên Tebqayê di bin vî konî de dubare dagirkerî, guhartina demografî û qirkirina artêşa Tirk û çeteyên wê ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şermezar dikin.

Paşê li ser navê Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Tebqayê Musena Abdulkerîm axivî û îşaret bi  şehadeta Hevrîn Xelef kir ku li ser destê artêşa Tirk şehîd bû û got çeteyên artêşa Tirk zindîkirina DAIŞ’ê ne.

Musena got piştî QSD`ê DAIŞ di qada cografî têk bir, dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi êrişan kir, ev jî tek ji bo zindîkirina ADIŞ e, îro jî hevdîtina Erdoganê kujer û serokê Amerîkayê Donald Trump beşek ji lihevkirinên li dijî gelên herêmê ye.

Li Reqayê bi sedan şêniyên bajêr û gundewarên wê, saziyên sivîl û şêxên eşîran li qada agirkujiyê ya navrasta bajêr kom kom bûn.Xwepêşandêran sloganên"Em li dijî lihevkirinên hebûna me dikin armanc li ber xwe bidin, Trump Erdogan xelîfeyê Bexdadî ye, şaş nebe, em qebûl nakin û lihevkirinên li dijî pêşeroja xwe red dikin", her wiha wêneyên şehîdên sivîlên ên ku di dema artêşa Tirk êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir şehîd bûbûn hilgirtin.

Meş li kolanên sereke ya bajarê Reqayê geriya û bi yek dengî Berxwedana Rûmetê silav kirn û serdana Erdogan ji DYA`yê re şermezar kirin.

Meş li Meclisa Malbatên Şehîdan sekinî û li vir rêz girtin, paşê li ser navê Buroya Rêxistinkirina ciwanên Partiya Pêşeroja Sûriyê endamê buroya Abullah Şelebî, ser navê Komîteya Rêveberiya Herêmê û şaredariyê hevserokê komîteyê Ehmed Xelîl û ser navê Rêveberiya Jinan Meryem Ibo axivîn.

Axêveran serdana Erdogan ji Trump re şermezar kirin û berdewama komployên li dijî gelên Sûriyê bi nav kirin.Axêveran kiryarên hovane yên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan, awarekirina zarok, jin û koçberkirina şêniyên herêmê şermezar kirin.Di heman demê de şêniyên Hecîn û Şiêtat ên bejahiya Rojhilatê Dêrazorê li dijî hevdîtina Erdogan ji Trump re daketin qadan û lihevkirinên li dijî berjewendiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Meş ji navenda Meclisa Gel a Hecînê ber bi têketina bajêr ve çû. Xwepêşandêran berxwedana QSD`ê silav kir û wêneyên şehîdan û pankartên şermezarkirina komployên navdewletî yên li dijî vîna gelên Sûriyê rakirin.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Gel a Hecînê Selah Silêman axivî û got: “Şêniyên Dêrazorê li dijî komployên li dijî herêmê dê radest nebin. Her wiha xewn û xeyalê Erdogan di zindîkirina DAIŞ û berfirehkirina serweriya xaka xwe ji cografiya Sûriyê dê ne mumkin be. Em wek gelên herêmê pêşwaziya rêveberiya Amerîkayê ji Erdoganê kujer re wek beşdariya ji sûcên li dijî xaka Sûriyê bi nav dikin û banga redkirina serdanê dikin.”

(eh)


Mijarên Din