Pêşketina warê pîşeyî li Girkê Legê aboriya herêmê xurt dike

Li gel berdewamkirina dorpêçê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kêmbûna nirxê lîreyê Sûriyê û zêdebûna buhayan re girîngiya pêşxistina warê pîşeyî yê herêmî zêde dibe ji bo ku beşek ji rêgeza xwetêrkirinê pêk bîne û derfetên kar ji şêniyan re peyda bibin.

Warê pîşeyî li navçeya Girkê Legê ya girêdayî kantona Qamişlo bi pêş ket. Ew jî rolek di pêşketina aboriya herêmî de lîst, asta bêkariyê kêm kir û kel û pelên herêmî peyda kir.

Rejîma Sûriyê siyaseta birçîkirin û paşguhkirinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşand. Bi zanabûn pêşketina warê pîşeyî asteng kir. Vekirina kargehên taybet qedexe kir. Bi armanca gelên herêmê birçî bike û wan neçarî koçberiyê ber bi parêzgehên Sûriyê ve bike.

Piştî destpêkirina şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rizgarkirina herêman ji desthilatdariya rejîmê û piştre komên çeteyan, gelek warên jiyanê yên girîng li herêmê geş bûn. Bi taybet warê aborî û çalakiyên pîşeyî.

Navenda navçeya Girkê Legê û gundewarên wê bi awayekî balkêş di warê pîşeyî de bi pêş ketiye. Di salên derbasbûyî de gelek kargehên biçûk û navîn û werşeyên kar hatin vekirin.

Di navçeya Girkê Legê de zêdetirî 35 kargeh û werşeyên pîşeyî girêdayî pîşeyên cuda hatin vekirin mîna kargehên bafon, çînko, mermer, kevir, kelpîç, bêjing, hesin, qeşe, sîramîk û werşeyên dirûnê. Tevî kargehên biçûk ên çêkirina cureyên xwarinê mîna tihîne, helawe, dimis. Her wiha kargehên çêkirina madeyên paqijiyê, dendik û kargehên kevirên şor ji lewiran re.  

KARGEHA ÇÊKIRINA ODEYÊN HAZIR

Ev kargeh di sala 2015`an de hate vekirin. Kargeh malên gerok, ode û malên hazir ji madeya ‘sandwich panel’ çêdike, tevî çêkirina derî, pencere û dîkorên malan.

Kargeh derfetên kar ji 20 karkeran re peyda dike. Tevî karkerên ku di werşiyên girêdayî kargehê de kar dikin. ev werşe perde û dîkorên malan çêdikin. Hilberîna kargehê ji tevahiya bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re têne şandin. Her wiha pêwîstiya kampên koçberan ji odeyên hazir peyda dike.

CARA YEKEMÎN BIKARANÎNA MADEYÊN DESTPÊKÊ DI ÇÊKIRINA TABLOYÊN KEVIRÎ DE

Kargeha Kawa ya çêkirina mermer û tabloyên ji kevir li Girkê Legê ji projeyên pêşeng ên navçeyê ne. kargeh madeyên destpêkê yên herêmî di çêkirina berhemên xwe de bikar tîne. Kargehê kavirê baziltî yê li herêmê peyda dibe, di çêkirina berhemên xwe de bikar tîne. Ev berhem di avakirin, xemilandina derî û pencereyan û mitbaxan de tên bikaranîn.

Kargeh berê kevir û mermer ji parêzgehên din ên Sûriyê dianîn. Lê ji beriya du salan ve kavirê baziltî yê li herêmê peyda dibe bikar tîne. Di kargehê de 10 karker dixebitin û berhemên wê ji tevahiya sûkên herêmî re têne şandin.

Karkerê bi navê Salih Xelef Ibrahîm alava qutkirina kavirên mezin bikar tîne. Ibrahîm bi bîr xist ku di kargehê de ji kevirê baziltî yê ku li gundên Aliya yên girêdayî Girkê Leqê peyda dibe, berhemên avakirin, xemilandina malan û amadekirina mitbaxan têne çêkirin.

Li gorî Ibrahîm piştî ku kevir ji herêmê bi kar tînin, êdî madeyên destpêkê ji derveyî herêmê nînin. Her wiha hilberîna kargehê ji sûkên herêmî re li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne teswîqkirin.

Girêdayî pêşketina warê pîşeyî li Girkê Legê hevserokê Odeya Pîşesazan a navçeya Girkê Legê Elî Mihemed teqez kir ku warê pîşeyî li navçeyê gavên mezin avêtin. Rolek di peydakirina derfetên kar ji gelek ciwanan re li herêmê bi taybet malbatên xizan lîst.

Mihemed destnîşan kir ku şêniyên herêmê pêdiviyên pîşesaziyê ji derveyî herêmê dikirîn, lê piştî Şoreşa Rojava û vekirina kargehan beşek mezin ji pêdiviyên gel peyda bûn. Tevî ku hilberîn ji derveyî Girkê legê re tê şandin.

Di dawiyê de Mihemed teqez kir ku Odeya Pîşesazan hewl dide desteka pêwîst ji pîşesazan re pêkêş bike, mijarên qanûnî ji wan re hêsan dike û wan teşwîq dike da ku warê pîşeyî bi pêş bixin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din