Pîşeya çêkirina tenûrê ji dayika xwe fêr dibe û fêrî keçên xwe dike

Hilale Hesen her roj bi hewesekê şiyar dibe û madeyên bingehîn ên çêkirina tenûran amade dike. Hilale diyar kir ku tevî keçên xwe rojane ji 7 heya 9 tenûran çêdikin.

Hilale Hesen ji şêniyên gundê Recim El-Fenûş li rojhilatê navçeya Til Birakê ya li herêma Cizîrê ye. Tevî keçên û hindek malbatên gund jî debara xwe bi rêya çêkirina tenûran peyda dikin. Malbat rojane ji 7 heya 9 tenûran çêdikin û difiroşin şêniyan, bi taybet piştî hilberîna baş a îsal û zêdebûna daxwaza bo tenûran.

Hilale 40 salî ye, ji dayoka xwe fêrî pîşeya çêkirina tenûrê bûye. Ev pîşe wek çandekê li cem kesên ku wê pîşeyê dizanin, tê hesibandin.

Tenûrên axî ji navdartirîn firinên destpêkê yên gel ji bo çêkirina nan tên hesibandin. Nanê ku di tenûrê de tê çêkirin, bi rengê xwe yê esmer nêzî sorbûnê tê naskirin. Gelek şêniyên gundewarên herêma Cizîrê ji vî nanî hez dikin, bi taybet di taştê de. Jin bi şêwazên cuda çêdikin, hinek ji wan reşreşik tev li nan dikin, hinek din sor dikin û guncî û ron lê direşînin.

Hilale Hesen ji me re awaya çêkirina tenûrê şîrove kir: "Em axê, xwê, ka, av û pûr tevî hev dikin û piştî meyandinê em jê tenûrê çêdikin. Piştî du rojan em careke din wan li hev dixin û piştre tenûrê hêdî hêdî çêdikin da ku mekin bibe."

Hilale tevî keçên xwe rojane ji 7 heya 9 tenûran di havînê de çêdikin. Ji ber ku germahî dihêle tenûr zû zuha bibe.

Girêdayî firotinê Hilale got: "Ez her tenûrekê bi 3 hezar lîreyên Sûriyê difiroşim. Gelek şênî wê dikirin. Ji ber ku hilberîna îsal baş bû, şênî genim ji bo pêjandina nan di tenûrê de depo kirin. Her wiha kalîteya nanê firinan jî ne baş e. Berê me hêvî dikir ku nan ji firinan bikirin lê îro berovajî wê em hêvî dikin nanê tenûrê bixwin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din