Pêşengeha "Banga Şaristaniyê" li Helebê bi dawî bû

Pêşangeha wêneyan a "Banga Şaristaniyê" ya balê dikşîne ser şûnwarên Efrînê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi dawî bû.

Pêşengeha "Banga Şaristaniyê", ji aliyê Gerînendeya Şûnwaran a Efrînê û Desteya Çand û Hunerê ya herêmê ve hate organîzekirin. Pêşengeh di roja duyemîn de li navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya li taxa Şêxmeqsûd-beşa rojava bi dawî bû. Di pêşangehê de wêneyên fotografîk yên şûnwarên dîrokî yên kantona Efrînê hatin pêşkêşkirin. Jê ya herî girîng şikefta Dûderiyê, Eyn Dara û cihên dîrokî li Şêrawayê tevî tabloyên muzeyîk yên ku beriya dagirkirina Efrînê hatine vedîtin. Her wiha wêneyên vekolandin û wêrankirina cihên dîrokî ji hêla dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve hatin pêşandan. Li rex her wêneyekê kurtedîroka wê cihê hat danîn.

Bi dehan şêniyên taxê û ciwan tev li pêşengehê bûn.

Di pêşengehê de axaftin ji hêla hevserokê Gerînendeya Şûnwaran a Efrînê Hemîd Nasir, endama Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê Medye Henan, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Tolhildan Zerdeşt û endamê Komîteya Şûnwaran Selahedîn Sîno ve hatin kirin.

Hemîd Nasir destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk di êrîşên xwe yên li ser Efrînê de, ne tenê koçberkirina şêniyan û kuştina wan armanca dikir, lê belê qirkirina çand û nasnameya Kurdî ya Efrînê armanc dikir. Ev tişt di hedefgirtina Eyn Dara di roja sêyemîn de ya êrîşan belî kir û wiha domand: "Ji ber wê me pêşengeha wêneyên ku binpêkirinên dagirkeriya  Tirk û sûcên dagirkeriyê der heqê dîrokê de rave dike vekir."

Ji aliyê xwe ve Medya Henan got: "Li ser bingeha parastina dîroka Efrînê û cihên wê yên dîrokî em li vê pêşengehê kom bûn da ku bigihêjin şêniyan û rêbazên ku dîroka me wêra dibe şîrove bikin."

Her wiha Tolhildan Zerdeşt got: "Di dirêjahiya dîrokê de dagirkeran hertim nasnameya şoreşa welatên bi serketine dikin hedef. Lê dagirkeriya Tirk bi koçberkirina şêniyên Efrînê yên resen û bicihkirina şêniyên herêmên din li şûna wan nekir, lê belê dît ku bi qirkirina dîroka Efrînê dê karibe planên xwe yên Osmanî pêk bîne. Lê ew nikare, ji ber ku em ê vegerin Efrînê û mîna berê dîroka wê biparêzin."

Selahedîn Sîno di axaftina xwe de tekez kir ku armanca wan ji pêşengehê armanc bighêjin rêxistinên navdewletî û got: " Pêşengeh dê dengê me bighîne cîhanê. Ji ber ku cihên dîrokî isbat dikin ku Kurd şêniyên Efrînê yên resen in.

Piştre beşdaran di nav pêşengehê de geriyan.

(şx)

ANHA


Mijarên Din