Pêşengeha `Banga şaristaniyê` bi daxuyaniyekê ji raya giştî re bi dawî bû

Piştî 4 rojan îro pêşengeha `Banga şaristaniyê` bi daxuyaniyekê ji hêla Gerînendeya Şûnwar û Muzexaneyan a kantona Efrînê ve bi dawî bû.

Îro pêşengeha`Banga şaristaniyê` bi daxuyaniyekê ji raya giştî re li hola kampa Serdemê  bi dawî bû. Gelek endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tevî şêniyên Efrînê beşdarî xwendina daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî ji hêla hevserokê Gerînendeya Şûnwar û Muzexaneyan ê kantona Efrînê Selah Sîno ve hate xwendin.

“Ji derdora salek û 4 mehan ve artêşa Tirk û komên girêdayî wê Efrînê dagir kirine û hovantirîn sûcan der heqêşêniyên resen de pêk tînin. Dagirkerî bi zanabûn mîrasa çandî û şaristaniya herêmê kir hedef û tevahiya cihên dîrokî ji rojên destpêkê ve wêran kirin.

Dagirkeriya Tirk di çarçoveya stratejiya qirkirina çandî û guhertina demografiya herêmê de, bi zanabûn perestgeha Eyn Dîwarê kir hedef û piştre cihên dîrokî yên Efrînê wêran kir û parçeyên dîrokî dizîn û bi rêya Tirkiyê şandin dewletên Ewropayê.

Dagirkeran li ber çavên civaka navdewletî û binpêkirinek ji tevahiya qanûnên navdewletî re, bi tevahiya şêwazên wêrankirinê û bi alavên giran tevahiya cihên dîrokî wêran kirin. Dagirkerî bi vê yekê peyanên navdewletî yên parastina mîrasa mirovî di dema şerên çekdarî de binpê kirin mîna peymana Lahayî sala 1954`an û protokolên wê yên salên 1991-1999`an, UNESCO 1970 û 1972`an, madeyên 53-56 yên protokola yekemîn a peymana Cinevê 1977`an, madeya 16 a protokola duyemîn a heman peymanî, biryara meclisa ewlehiyê bi hejmar 2139 a sala 2014`an a ku bang li tevahiya aliyên nakokiya Sûriyê kir ku ciherengiya çanda Sûrî bi parêzin, biryara meclisa ewlehiyê hejmar 2199 sala 2015`an a ku bazirganiya pareçyên dîrokî yên Iraq û Sûriyê qedexe dike, biryara parastina şûnwaran a bi hejmar 2347 a sala 2017`an ji tevahiya endamên meclisa ewlehiyê ve hate erêkirin.

Em bang li meclisa ewlehiyê, UNESCO û rêxistinên navneteweyî dikin ku biryar û peymanên xwe  yên ku Tirkiyê imze kirine, aktîv bikin û binpêkirinên wê der heqê cihên dîrokî de rawestîne. Her wiha berpirsên van sûcan ku dikevin bin navê sûcên şer, muhesebe bike û zextê li dewleta Tirkiyê bikin.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din