Pêşangeha şûnwarên Efrînê… dagirkeriya Tirk şûnwaran wêran dike

Hevserokê Gerînendetiya Şûnwaran a Herêma Efrînê Hemîd Nasir got 55 şûnwar li kantona Efrînê, her wiha 92 girên şûnwarî ku dîroka wan vedigere beriya zayînê, hene û tekez kir ku 30 cih ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatine wêrankirin, her wiha 25 gorên pîroz, di nav de goristanên şehîdan, hatine wêrankirin.

Gerînendetiya Şûnwaran a girêdayî Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê, bi hevkariya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê, pêşangeheke wêneyên elektronîk der barê binpêkirinên dagirkeriya Tirk ên li herêmên şûnwarî li kantona Efrînê, bi dirûşma “Banga şaristaniyê” li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo organîze kir.

Di pêşangehê de, 50 wêne der barê şûnwarên li kantona Efrînê de ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatibûn wêrankirin, hatin pêşandan. Li kêleka her wêneyê, cihê wêneyê bi zimanê erebî, kurdî û îngilizî hatiye nivîsandin.

Hevserokê Gerînendetiya Şûnwaran a Herêma Efrînê, Hemîd Nasir got 55 cihên şûnwarî li kantonê, her wiha 92 girên şûnwarî ku dîroka wan vedigere beriya dîrokê, hene û teqez kir ku 30 cih ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatine wêrankirin, her wiha 25 mezerên olî, di nav de goristanên şehîdan, hatine wêrankirin.

Der barê armanca vekirina pêşangehê de Hemîd Nasor got armanc jê balkişanda raya giştî ya cîhanê û rêxistinên navneteweyî wekî UNESCO’yê li ser  binpêkirinên Tirkiyê li ser şûnwarên Efrînê wekî dizîn û talanê.

Her wiha di pêşangehê de, çawaniya guhartina demografiya Efrînê, guhartina navên gund, bajar, qad û kolanan, her wiha çawaniya kolandina cihên şûnwarî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve li Efrînê wekî Birc Ebdalo, Til Eyn Dara, Til Cindirêsê, cihê Nebî Hûrî û derxistina şûnwarên dîrokî ku dîroka wan vedigere beriya hezar salan, hate pêşandan.

Kantona Efrînê yek ji bajarên mezin ên herêmên Sûriyê ye ku şûnwarên dîrokî tê de hene.

Şêniyên herêmên kantona Qamişlo bi hejmareke zêde tev li pêşangehê bûn û tê payîn ku pêşangeh li herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî were vekirin.

(kc)

ANHA


Mijarên Din