Pêşangeha sînevizyonî ya derheqê Tirkiyê yên  li ser şûnwaran de bi dawî bû

Çalakiyên pêşangeha sînevizyonî ya li bajarê Kobanê hatiye sazkirin bi dawî bûn. Di pêşangeha ku du rojan dom kir de, binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser şûnwarên Efrînê, hatin nîşandan.

Dewleta Tirk a dagirker ji 20’ê Çileya 2018’an ve, li rex nasname, çand û qirkirina sivîlan, şûnwaran jî dirûxîne û didize. Rêveberiya Şûnwaran û Muzeyan a herêma Efrînê, ji bo nîşandana binpêkirinên Tirkiyê yên li ser şûnwarên Efrînê, pêşangehek organize kir. Pêşangeh  zirar û ziyanên ji dema dagirkirinê ve gihiştine şûnwarên Efrînê, nîşan da.

Rêveberiya Şûnwaran li Navenda Çand û Huner a Baqî Xido ya bajarê Kobanê jî, duh pêşangehek sînevizyonî lidar xist. Wêne û dîmenên ku rûxandina şûnwaran nîşandide, hatin pêşandan. Heman demê de rewşa şûnwaran a beriya dagirkeriyê û piştî dagirkeriyê hatin beramberkirin.

Pêşangeh bi druşma “Banga Şaristaniyê`` hatibû saz kirin. Bi dehan şêniyên kantona Kobanê û endamên saziyên kantonê beşarî pêşangehê bûn.

Hêjayî bibîrxistinêye ku li Şehba, Helebê û bajarê Qamişlo jî ev pêşangeh hate lidarxistin. Pêşangeha ku beriya du rojan li Kobanê hatibû lidarxistin, îro bi dawî bû.

(rr)

ANHA


Mijarên Din