Pîrozbahiyên Newroza Bakûr û Rojhilatê Suriyê bi dirûşmeyên azadiyê bi dawî bûn

Pîrozbahiyên ku li 11 navendên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bi beşdayiya sed hezaran kesan hatin lidarxistin, piştî axaftinan bi muzîk, şano û dirûşmeyên ji bo Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bûn.

Pîrozbahiyên ku bi dirûşmeya “Bi rihê berxwedana Newrozê emê Rêber Apo azad bikin, dagirkeriyê têk bibin” hatin organîzekirin, li Heseke, Qamişlo, Dêrik, Girkê Legê, Tirbesipiyê, Amûdê, Dirbêsiyê, Reqa, Kobanê, Şehba ve Helebê hatin lidarxistin.

Di pîrozbahiyên ku bi sed hezaran kes beşdar bûn de, Kur, Ereb û Suryan bi cilên xwe yên netewî cihê xwe girtin. Girseyên gel bi pankart, dirûşmeyên xwe, axaftvanan jî bi gotinên xwe bal kişandin ser girîngiya têkoşîna dijî tecrîd û dagirkeriyê.

Pîrozbahî piştî axaftinan bi muzîk, şano û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bûn.

(ekip/a)

ANHA


Mijarên Din