Projeyên xizmetguzariyê yên şaredariyên Girê Spî

Şaredariyên gel ên kantona Girê Spî rêzeprojeyên xizmetguzarî ji destpêka havînê ve pêk anîne. Her wiha hîna xebatên wê di projeyên din de berdewam in û amadekariyên zivistanê dikin.

Ji dema bidawîbûna zivistana borî ve şaredariyên gel ên kantona Girê Spî hewl didin projeyên xizmetguzarî pêk bînin, ji ziftkirina rêyan, dirêjkirina  toreyên kanalîzasyonê tevî avakirina piran, peyare, çarxeriyan û parkan.

Şaredariyan gelek proje ji wan projeyan li gorî plansaziya îsal pêk anîne. Her wiha xebatên wê di projeyên din de berdewam in û amadekariyên zivistanê dikin.

Girêdayî avakirina piran li bajarok û gundên girêdayî kantonê, şaredariyan 5 pir li bajarokê El-Şirkê, 5 li bajarokê El-Zêdî û 4 li bajarokê El-Cirin ava kirin.

Şaredariyan 2 km ji toreyên kanalîzasyonê li bajarokê El-Hîşe û hezar û 700 metre li bajarokê El-Elî Baciliyê û 2 km li bajarokê Hemam Turkmen dirêj kirin.

Tevî dirêjkirina toreyên kanalîzasyonê li taxên bajarê Girê Spî bi dirêjahiya 2.5 km li taxên Şehîd Sadiq, Kerîmo û Til Ebyed a rojhilat.

Her wiha xebat li navçeya Eyn Îsayê ji bo dirêjkirina toreyên kanalîzasyonê bi lêçûna 45 milyon lîreyên Sûriyê hatin meşandin û li navçeya Silûkê toreya kanalîzasyonê bi dirêjahiya hezar û 700 metre hate dirêjkirin.

Têkildarî projeyên parkan, şaredariyê Parka Jin li navçeya Silûkê bi lêçûna 7 milyon lîreyên Sûriyê ava kir. Tevî ku Parka Çarxeriya Şehîdan li bajarokê El-Elî Baciliye bi lêçûna milyonek lîreyên Sûriyê ava kiriye.

Di warê sererastkirin û boyaxkirina peyareyan de  şaredariyê projeya peyareyên têketinên bajarê Girê Spî bi lêçûna 8 milyon lîreyên Sûriyê pêk anî. Li rex wê jî peyareyên bajarokê Silûkê bi dirêjahiya kîlometrek û nîv bi lêçûna 4 milyon lîreyên Sûriyê amade kirin.

Xebatên şaredariyê di wê astê de neman lê belê şaredariyan Çarxerêya Şehîdan û Çarxerêya Gula Aştiyê li bajarokê Hemam Turkmen ava kirin.

Tevî amadekirina Çarxerêya Sinbilê li bajarê Girê Spî, çarxerêya têketina bajarokê El-Hîşe, sê çarxerêyan li navçeya Eyn Îsa û çarxerêyek, parkek û deriyê têketina bajarokê El-Elî Baciliyê.

Li gorî ku hevserokê Desteya Şaredariyan a kantona Girê Spî Hayil Casim El-Hesan ragihandiye, şaredariyên kantona Girê Spî amadekariyên projeyên ziftkirina rêyan dikin, piştî ku rêyan bi kavirê şikandî sererast kirine. Tevî sererastkirina rêyên ku zirar dîtine da ku azarên şêniyan di zivistanê de kêm bikin.

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din