Projeyên Şaredariya Eyn Îsayê berdewam dikin

Şaredariya Gel a Eyn Îsayê sererastkirina 3 rêyên sereke li navçeyê bi dawî kirin. Her wiha dê dest bi sererastkirina torên kanalîzasyonê li navçe û 2 bajarokên girêdayî wê bike. 

Şaredariya Gel a navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî dest bi projeya sererastkirina rêyên sereke û hin jî yên şaxî li navçeyê di meha Hezîranê de kiribû.

Xebata sererastkirinê nêzî 40 rojan domand. Her wiha 3 rêyên sereke bi dirêjahiya 3 km; wekî Kolana Giştî, Kolana Navçeyê, rêya ku diçe Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser û rêya Mesakin, hatin sererastkirin.

Hevserokê Şaredariya Gel a navçeya Eyn Îsa Enwer Uwêd diyar kir ku xebata sererastkirinê di gelek qonaxan re derbas bû. Destpêkê, rêşkirin û rakirina qîra kevn, lêkirina madeya kevirên hûr û kutandina wê û li dawiyê hat qîrkirin.

Uwêd bal kişand ser ku qîrkirin di 2 qonaxaran re bi qalindbûna 6 cm bû. Şaredariyê 50 milyon lîreyên Sûriyê ji bo vê projeyê xerc kir.

Niha şaredarî 2 çerxerêyên li naverasta navçeyê sererast dike. Her yek jê dê milyonek lîreyên Sûriyê lê biçe.

Li aliyekî din jî Şaredariya Eyn Îsayê hin projeyên xizmetguzariyê yên ku niha li ser dixebitin, ragihandin, wekî sererastkirina torên kanalîzasyonê li navçeyê û bajarokên Hêşe û Elî Babcelî yên girêdayî wê, bi nirxa 45 milyon lîreyên Sûriyê.

(fr)

ANHA


Mijarên Din