Projeyên nû yên Şaredariya Gel a El-Elî Baciliye

Şaredariya Gel a El-Elî Baciliye ji Komîteya Şaredariyan a Kantona Girê Spî re ji bo îsal plansaziyek bi lêçûna 147 milyon lîreyên Sûriyê daniye pêşkêş kir. Tê payîn ku şaredarî bi destpêka biharê re dest bi meşandina xebatên 5 projeyên xizmetguzariyê bike.

IBRAHÎM EL-EHMED-TIRKÎ EL-KALIT/GIRÊ SPÎ

Şaredariya Gel a El-Elî Baciliye ji destpêka avakirinê ve di 2018`an de xebatên sererastkirina binesaziya herêmê didomîne. Çeteyên DAIŞ`ê bi zanabûn binesaziya herêmên ku dagirkiri bûn wêran kirin.

Şaredariyê di sala borî de projeyên xizmetguzariyê mîna sererastkirina rêyên  ku gundan ji aliyekî ve bi hev ve û ji aliyekî din bi bajarokê ve girê dide meşand. Her wiha rêyên bajarokê û têketinê qîr kir.

Şaredariyê kolanên bajarok ji bermahiyên DAIŞ`ê paqij kirin, peyareyan sererast kirin,  boyax kirin û ji bo peydakirina ava vexwerinê bîrên El-Şirkirak û Îsa aktîv kirin.

Ji bo plansaziya îsal, Şaredariya Gel a El-Elî Baciliyê pêkanîna 5 projeyên xizmetguzariyê bi lêçûna 147 milyon Lîreyên Sûriyê pêşkêşî Komîteya Şaredariyan a Kantona Girê Spî kir. Şaredarî plan dike ku di biharê de dest bi projeyan bike.

Her 5 proje ev in: Dirêjkirina toreyên kanalîzasyonê bi dirêjbûna 2 hezar metre bi lêçûna 39 hezar lîreyên Sûriyê ji her metreyekê re, peydakirina ava vexwerinê ji bajarok û gundewar re bi rêya aktîvkirina 3 bîran û sererastkirina toreyên avê li bajarokê bi lêçûna milyonek lîreyên Sûriyê.

Tevî wê jî qîrkirina riya sereke bi dirêjahiya 3 hezar û 600 metre bi lêçûna 10 hezar lîreyên Sûriyê ji her metreyekê re, sererastkirina riyên gundewar  bi dirêjahiya 2 hezar û 500 metreyan bi lêçûna hezar û 500 lîreyên Sûriyê û raxistina riyan bi kevirê hûr bi dirêjahiya hezar metre û bi lêçûna 3 hezar û 200 lîreyên Sûriyê.

Her wiha dê pirên bajarokê û gundewar bi taybet yên ku dighêjin zeviyan werin restorekirin.

Girêdayî mijarê hevserokê Şaredariya Gel a El-Elî Baciliye Ehmed El-Semo destnîşan kir ku ew plan dikin ku lêçûna projeyan piştre nirxandina lêçûna her projeyekê ji aliyê Komîteya Fenî ya Şaredariyê, bişînin Komîteya Şaredariyan a kantonê.

El-Semo bal kişand ser ku dê di destpêka meha Nîsanê de piştî wergirtina lêçûnê ji Komîteya Şaredariyan projeyan pêk bînin.

Bajarokê El-Elî Baciliyê bi 13 km ji aliyê başûr ve ji bajarl Girê Spî dûr e û girêdayî Kantona Girê Spî ye.

Şaredariya Gel a El-Elî Baciliyê li benda biryara Komîteya Şaredariyan a Kantona Girê Spî ye da ku dest bi projeyên ku daniye bike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din