Projeyên jinan ên ji bo pêşxistina aboriya herêmê

Projeyên ku Komîteya Aboriya Jinan hewl dide li kantona Hesekê pêk bîne, piştgiriyê didin jinan ji bo pişta xwe bidin xwe û rewşa aborî ya herêmê bi pêş bikeve.

Dewletên desthilatdar û civakên zayendperest rola jinan a di aboriyê de dagir kirine. Di dîrokê de her tim jinan bingeha aboriya civakê daniye. Çandinî ji pîşeya sereke ye ku jinên li bajarê Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê de dixebitin.

Ji bo piştevaniya projeyên pêşxistina aboriya jinan, Komîteya Aboriya Jinan a Kongreya Star a Hesekê, di nava 4 salan de gelek proje danîn; vekirina kargeh û firinan û gelek projeyên piştevaniya jinan û aboriya wan.

Yek ji piştgirên projeya xaka çandiniyê Aliya Remakî kêfxweşiya xwe anî ziman û got: “Em beşdarî van projeyan bûn ku alîkariya malbata xwe bikin. Em pişta xwe didin xwe. Me gelek sûd ji projeyan girt.  Me pereyek kêm xiste projeyê lê qezenca wê zêde ye.”

ROLA JINAN DI GUHARTINA CIVAKÊ DE

Yek ji girîngtirîn perwerdekirin û piştevaniya jinan, pêşxistina projeyan ne. Ev yek jinan xurt dike, armanc jê ew e ku jin guhertinekî di civakê de çêkin.

Endama rêveber a Komîteya Aboriya Jinan a Kongreya Star a Hesekê Selme Ehmed got: “Em projeyan ji bo xurtkirina aboriya jin û rizgarkirina wê ji bin desthilatdariya mêr ava dikin. Em bi rêya vekirina projeyên biçûk alîkariya jinan dikin, dê bi demê re projeyê berfirehtir werin danîn.”

Selme Ehmed diyar kir ku di dirêjahiya 4 salan de gelek proje vekirin, mîna projeya xwedîkirina çêlekan. Ew bi proje bi hedefa ku şênî pişta xwe bidin xwe, mast çêbikin. Ji bo pêdiviyên xwe ji dewletên cîran nekirin.

Her wiha firinek li taxa Mişrefe hat vekirin da ku jin di tevahî karên heyî de pişta xwe bidin xwe.

Kargeha konserveyê jî hat vekirin. Tevahî madeyên xwarinê yên mîna penêr, mast, tirşo, rêçelên; kerez, mişmiş, kundir û sêv çêdike. Li aliyekî din jî baxçeyan li bajarokê Tiwênê diçînin. Ji wê zêdetir jî berhemên çandiniyê yên mîna ceh li herêmê diçînin.

ASTENGIYÊN LI HEMBER PROJEYAN

Selme Ehmed destnîşan kir ku gelek astengî li pêşberî hene, ya herî giring nepejirandina fikra projeyan û wiha got: "Em hewl didin ku alîkariya jinan bikin ku ji fikrên desthilatiyê rizgar bibin. Piştevaniya wan a moral û madî bikin.”

(fr)

ANHA


Mijarên Din