Projeya yekemîn a koparatîfan li Helebê hat vekirin

Meclisa Giştî ya Aboriyê li Helebê projeya yekemîn a koparatîfan bi beşdariya 14 kesan ji şêniyên bajêr pêşkêş kir.

Îro, Komîteya Aborî ya girêdayî komîngeha Şehîd Gelhat bi koordîneya Meclisa Giştî ya Aboriyê ya Şêxmeqsûda Rojhilat a bajarê Helebê re "Muceme El-Esdîqa" anku Komleya Dostan, vekir. Koparatîf bi beşdariya dehan şêniyên taxê û rêveberên saziyên sivîl bi merasîmekê  hat vekirin.

Di koparatîfê de 14 kes ji şêniyên taxê beşdar bûn.

Projeya "Muceme El-Esdîqa " ji 6 beşan pêk tê; "alavên malê, qutî, dermanên cilan, madeyên xwarinê, xirşir û pêlîstokên zarokan."

Merasîma vekirinê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevseroka Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Valantîna Ebdo axivî û pêşwaziya beşdaran kir. Her wiha vekirina vê Mucemê li şêniyên taxê pîroz kir.

Valantîna got: " Ji bingehê rihê hevkarî û hevbeşiya kar me proje ya yekemîn li taxa Şêxmeqsûdê kir."

Valantîna îşaret pê kir ku ev koperatîk dê bibe meqseda tevahî şêniyan, da ku pêdiviyên xwe yên malê û bi bihayekî guncaw dabîn bikin.

Ji aliyê xwe ve jî rêveberê Meclisa Giştî ya Aboriyê ya taxê Kemîran Reşîd anî ziman: "Em bi wan projeyan hêvî dikin ku xizmeta şêniyên taxê bikin, em bi hemû hêza xwe hewl didin projeyên bi vî awayî ser bixinKemîran bal kişand ku qezenckirin ne tenê hedefa vê projeyê ye. Lê belê armanca dîtir ew e ku têkbirina hilgirtina made û pêlîstina bi bihayan in."

Piştre derî ji hêla endamên Muceme El-Esdîqa ve di nava kêfxweşiya beşdaran de, hat vekirin.

Vekirina Mucemê bi gera şêniyan û naskirina beşên wê bi dawî bû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din