Projeya sererastkirina 3 pirên li Şedadê dest pê kir

Şaredariya Gel a Şedadê dest bi sererastkirina 3 pirên li bajarokên navçeyê kir. Zêdetirî 400 gund van piran bi kar tînin.

Ji bo pêkanîna plana kar ku Şaredariya Gel a navçeya Şedadê di plansaziya xwe ya salane de danî û beriya demsala zivistanê, şaredariyê dest bi projeya sererastkirina 3 pirên di navbera navçeya Şedadê û bajarokê Deşîşê de kir. Tê payîn ku proje di 2 mehan de bi dawî bibe.

Piştî ku saziyên li Til Şayîr hatin vekirin û tirsa ji qutbûna rêyan di demsala zivistanê de mîna sala çûyî, her wiha qutbûna rêya di navbera Hesekê û navçeya Şedadê û zêdetirî 400 gundên girêdayî Til Şayîr û bajarokê Deşîşê yê li ser sînorê Iraqê de, projeyê dest pê kir.

Hevserokê Şaredariya Gel Mihemed Salih ji ANHA`yê re teqez kir ku xebata sererastkirina her sê piran; Um Hefûr, Ebarê El-Qesir û pira El-Hiso didome ku niha li pirên Um Hifûr û El-Hiso xebat tê kirin.

Salih destnîşan kir ku dema ku her sê pir bêne amadekirin, dê Şaredariya Gel a Şedadê bi hevkariya Şaredariya Deşîşê rê sererast bike.

Mihemed Salih wiha lê zêde kir: "Rê hema hema rûxiyaye, di demsala zivistanê dê zehmet be. Piştî lêkolînan sererastkirina wê hate erêkirin."

ANHA


Mijarên Din