‘Projeya neteweya demokratîk rêya têkbirina planên dewleta Tirk e’

Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso got "Projeya neteweya demokratîk a Bakur û Rojhilatiyê Sûriyê rêya têkbirina tevahî planên dagirkeriya Tirkiyê ye. Divê dewletên derve destekê bidin gelên herêmê di vê mîsyonê de."

Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso ji ANHA‘yê re behsa binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li Sûriyê û siyaseta wê kir.

Ebdulxenî Oso got: "Hemû dewletên cîhanê êdî planên Tirkiyê û armancên wê di Rojhilata Navîn de dizanin. Ji berê ve dewleta Tirk hewl dide siyasetên Osmanî ferz bike da ku tevahî herêm di bin rêveberiya wê de be. Piştî şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn hêza Tirk qels bû. Niştecihên herêmê ku zilm û pişaftin li ser wan dihat meşandin, nema van binpêkirinan qebûl dikin.”

Oso bal kişand ku projeya neteweya demokratîk a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye rûniştandin rêya têkbirina tevahî plan û projeyên Tirkiyê yên di herêmê de ye û got divê dewletên cîhanê di vê mîsyonê de destekê bidin gelên herêmê.

Oso di berdewama axaftina xwe de bang li hêzên navneteweyî û erebî kir ku li dijî dewleta Tirk û planên wê yên dagirkirinê siyaseteke hevpar bimeşînin û ev tişt anî ziman : "Dewleta Tirk herêmên sînor ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirine, niha hewl dide derbasî Lîbya û Iraqê bibe û serweriya xwe li ser ferz bikine. Armanca Tirkiyê siyaseta dewleta Osmanî vegerîne ku 400 sal herêm dagir kiribû."

Ebdulxenî Oso got heger gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sînorekî ji dijminahiya Tirkiyê re daneynin divê xwe di siyaset û fikrê neteweya demokratîk de kûr bike û wiha domand: "Gelê herêmê ji siyasetên dewleta Tirk têgihiştî ne, divê doza xwe çareser bikin û xwe rêveberina civakê bi rêxistin bike bêyî ku xwe bispêre dewletên derve. Heger em doza xwe bixin hêzên derve em tiştekî bi dest naxin, ji ber ku ji bo berjewendiyên xwe dixebitin."

ANHA


Mijarên Din