‘Projeya me ya demokratîk rêya çareserkirina aloziyê ye‘

Li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê 16‘emîn salvegera damezirandina PYD‘ê hate pîrozkirin. Di şahiyê de hate gotin ku projoeya demokratîk rêya çareseriya aloziyê û bidawîkirina dagirkeriya Tirk e.

Pîrzobahî bi dirûşma "Bi rihê netewa demokratîk em salvegera 16‘emîn a PYD‘ê pîroz dikin" li qada Geraca navçeyê hate lidarxistin. Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê, Til Temir û Serêkaniyê yên kantona Hesekê beşdarî şahiyê bû.

Pîrozbahî bi deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Paşê hevserokê PYD‘ê Şahoz Hesen  bi wesîleya salvegera damezirandina partiyê hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anî û got: "Damezirandina partiya me ji pêwîstiyeke dîrokî hat da ku ji bo doza kurd li Rojava û Sûriyê çareseriyekê peyda bike û sîstemeke demokratîk ji bo tevahî Sûriyê ava bike."

Hesen got: "Îro bi îradeya xwe ya azad û têkoşîna hevpar û biratiya gelan me rêveberiya xweser a azad li ser bingehê felsefeya netewa demokratîk ava kir."

Şahoz Hesen diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo peydakirina çareseriyan ji hemû pirsgirêkên Sûriyê bidomînin û wiha domand: "Em li pêşberî rageşiyan rastîn in, ya sereke dagirkirina Efrînê ye û ya duyemîn gefên Tirkiyê yên domdar ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ev gefanan ji ber tinebûna çareseriya siyasî ji aloziya Srûiyê re tên.Pirsgirêkên mezin hene ku pêwîstiyên wan bi çareseriyê hene. Ji roja yekemîn ve me çareseriya demokratîk û destûra nû ya Sûriyê pêşkêş kir ku dikare dawî li aloziyê û dagirkeriya Tirkiyê ya li Sûriyê  bîne."

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Serêkaniyê Mihemed Ferec salvegera damezirandina partiyê li şehîdan pîroz kirin û rola wê ya di pêkanîna jiyana hevbeş destnîşan kir.

Piştre koma Kevana Zêrîn a navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Temirê stranên şoreşgerî û folklorî pêşkêş kir.

Şahî bi gerandina xelefkên dîlanan bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din