Projeya kehrebeyê ya başûrê Hesekê dest pê dike

Desteya Enerjiyê ya Herêma Cizîrê bi tecrubeyên xweser mezintirîn projeya derxistina kehrebeyê ji bo herêmên başûrê kantona Hesekê temam kir. Berpirsên projeyê destnîşan dikin ku di hefteya bê de dê proje dest pê bike.

Desteya Enerjiyê ya Herêma Cizîrê bi lêçûna zêdetirî 60 milyon dolarî dest bi projeya derxistina kehrebeyê ji turbînên gazê li El-Cebse k

Werşeyên ku di projeyê de dixebitîn, turbînû veguhêzên kehrebeyê ji beriya sê mehan ve amade kirine. Lê piştî ceribandina enefeyan, gelek şaşî di veguhêz û amûrên sarkirinê derketin. Her wiha kêmasiyên mekanîk jî derketin ku destpêkirina projeyê dereng xistin.

Projeya kehrebeya El-Cebse ji mezintirîn projeyên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku pêk aniye, tê hesibandin. Ev proje kehrebe bi karîna 30 megawatt (MW) dide herêma başûrê Hesekê heya bigihêje bajarokê Mergede, herêma Holê û gundên girêdayî wê heta bigihêje Til Hemîs û navçeyên wê.

Stasyon ji sê enefeyan bi karîna 10 MW  ji her yekê re pêk tê. Ev turbîn bi hev ve û bi veguhêzên sereke ji cureya 66 kWh hatine girêdan. Piştre stasyona sereke li Şedadê û Mezrat Holê da ku bi rêya toreyan li şêniyan tê belavkirin.

Li gorî berpirsên projeyê heger her sê turbîn di heman demê de bixebitin, dê kehrebe rojane 18 saetan heta 20 saetan peyda bibe.

STASYON DÊ KEHREBEYÊ BIDE TEVAHIYA HERÊMA BAŞÛRÊ HESEKÊ

Serokê werşeya stasyonan endezyar Hesen Osman ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re axivî û got: Stasyon dê kehrebeyê bide tevahiya herêma başûrê kantona Hesekê heta bigihêje Mergede û bi rêya stasyona El-Mezra dê kehrebe bigihêje Holê.

Werşeyên ku niha di stasyonê de kar dikin, xebatên amadekirina du enefeyan bidawî kirin. Êdî her du turbînamade ne werin xebitandin. Piştî ku tevahiya kêmasiyên ku di dema ceribandinê de derketine hatin sererastkirin.

Osman bal kişand ser ku di hefteya bê de piştî sererastkirina kêmasiyên ku di dirêjahiya 3 mehên ceribandinê de derketin, her du turbîn dê amade bin û got: “Xebat ji bo amadkirina enefeya sêyemîn berdewam in.”

Osman destnîşan kir ku turbînû stasyona derxistina kehrebeyê bi saya xebatên Rêveberiya Xweser û kadroya herêmî dûrî tecrubeyên biyanî amade bûn. Ji ber wê proje dereng man heta ku xilas bibe.

Girêdayî heman mijarê mudirê projeyê Salar El-Xilo ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re diyar kir ku ji ber ku hinek parçeyên guhertinê yên enefeyan kêm bûn, turbînamade nebûn. Amûrên sarkirinê bi xebatên xweser hatin bicihkirin û got: “Ev proje ji mezintirîn projeyên ku Rêveberiya Xweser û Desteya Enerjiyê ya herêma Cizîrê dane destpêkirin.”

El-Xilo destnîşan kir ku tevahiya şaştiyên di dema ceribandinê de derketine sererast kirine. Veguhêz bi rêya enefeya sereke bi enefeyên şaxî ve li Şedad û Mezra hate girêdan. Ji bo ku di hefteya bê de kehrebe bigihêje toreyên ku pê ve hatine girêdan.

Ev turbîn kehrebeyê dide zêdetirî 300 gundan li başûrê Hesekê, navçeyên Arîşa, Şedadê, Mergede, Deşîşe, gundan, navçeyên girêdayî stasyona Mezra mîna Hol, Werd Şekra, Til Hemîs û hwd.

(şx)

ANHA


Mijarên Din