Projeya ji nûve xebitandina avjenîgeha beledî ya Reqayê hat destpêkirin

Piştî ku 7 salan ji xizmetê derketibû, Saziya Xizmetguzariyên Fenî bi hevkariya Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi projeya ji nûve xebitandina avjenîgeha beledî ya Reqayê kir.

Avjenîgeha beledî ya Reqayê ji mezintirîn avjanîgehên werzîşê yên bajêr e. Dirêjahiya wê 150 m û yek ji cihên bêhnvedanê yên sereke ye. Avjengîh ji ber şerê li herêmê û ji ber ku çeteyên DAIŞ`ê di dema dagirkirina bajêr de wekî girtîgeh bi kar anîbû, 7 salan ji xizmetê derket.

Piştî lêkolînkirina projeya ji nûve xebitandina avjenîgeha beledî ya Reqayê ji aliyê Saziya Xizmetguzariyên Fenî ve, qonaxa yekemîn a projeyê bi hevkariya Komîteya  Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Sivîl a Reqayê hat destpêkirin.

Endazyarê saziyê Mihemed El-Xidir der barê projeyê de wiha got: "Me ji 10`ê Adarê de dest bi projeya ji nûve avakirina avjenîgeha beledî kir. Avjehîgeh bi temamî hatibû rûxandin, me heta 10 rojan kar berdewam kir û ji ber biryara qedexeya derketina derve ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî tedbîreke  xweparastina ji Koronavîrusê xist meriyetê, me karê xwe rawestand."

El-Xidir destnîşan kir ku piştî qutbûna 45 rojan, careke din dest bi karê xwe kirin û li dor avjenîgehê dîwarek lê kir û çementoyê kevin rakir.

El-Xidir wiha axaftina xwe berdewam kir: "Me sêramîkên berê rakirin û yên nû li şûnê danîn. Rûbera sêremîkê hatiye guhertin 300 m çargoşe ye."

Her wiha da zanîn ku ji bo projeyê, nêzî 10 melyon L.S hatine veqetandin.

Mihemed El-Xidir di dawiya axaftina  xwe de tekez kir ku dê karê xwe berdewam bikin heta ku ji nûve avjengeh bikeve xizmetê. Her wiha got dê pêncşema bê qonaxa dawî ya projeyê dest pê bike û hola hundirîn a avahiya avjenîgehê bê restorekirin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din