​​​​​​​Projeya alternatîf a stasyona Elokê;13 bîr hatin kolandin

Di projeya alternatîf a stasyona Elokê ya ku avê dide derdora milyon kesî de, 13 bîr hatin kolandin. Tê payîn ku proje di dawiya meha Nîsanê de bikeve xizmetê.

21‘ê Adarê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê stasyona avê ya Elok a li herêma Serêkaniyê ku avê dide kantona Hesekê ji xizmetê derxist û karmendên wê derxistin. Gerînendetiya Avê ya kantona Hesekê projeyek alternatîf da destpêkirin. Li gorî vê projeyê dê 50 bîr werin kolandin.

Beriya êrişên artêşa Tirk ên li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî hejmara şêniyên kantona Hesekê 700 hezar kes bû, piştî êrişan bi sedan hezaran koçber berê xwe dan deverên kantonê, bi vê yekê hejmar derket derdora milyonî.

Di demekê de ku pêdiviya şêniyan bi avê heye, nemaze ku rêbaza herî baş a parastina ji Koronavîrusê ye, dewleta Tirk rexneyên navneteweyê yên dubare yên li ser qutkirina avê paşguh dike.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker cara sêyemîn ava stasyona Elokê li ser kantona Hesekê qut kir,  Gerînendetiya Avê ya kantona Hesekê di 24’ê Adarê de ragihand ku dest bi projeya altarnatîf a stasyonê kiriye.

Di vê projeyê de dê 50 bîr li stasyona Huma ya bi gurbûna 13 metrekab di saetekê de ye werin kolandin. Ava bîran ji bo vexwarinê baş e.

Gerînendetiya Avê heta niha ji 50 bîran 13 hatine kolandine. Tê payîn ku ev proje heta dawiya meha Nîsanê bi dawî bibe.

(fr)

ANHA


Mijarên Din