Projeya 2 biryaran, yek jê parastina çeteyên Tirkiyê

Tê payîn ku Meclisa Ewlehiya Navneteweyî projeya 2 biryarên dijber ku banga agirbestê li parêzgeha Idlibê ya bakur rojavayê Sûriyê dike, bixe dengdanê.

Reutersê diyar kir ku 3 caran pisporên ji dewletên endamên Meclisa Ewlekiyê ku hejmara wan 15 kes in, ji bo nîqaşkirina projeyên nû ku ji aliyê Kiwêt, Almanya û Belcîka ve di meha derbasbûyî de hate çêkirin, lihev civiyan.

Pêkanîna projeyê erêkirina 9 dewletan dixwaze û divê 5 dewletên endamên daîm, Rûsya, Çîn, Fransa, Brîtanya û DYA`yê Vîto bikar neyînin.

Diplomatan ku navên xwe eşkere nekirin, ji Reutersê gotin ku Rûsya xwest êrîşên leşkerî dijî komên çekdar ku Meclisa Ewlehiyê xistiye nav lîsteya xwe ji biryara agirbestê, dûr bixe.

Hêzên rejîma Sûriyê û hevkarên wê neviyê Idlibê kontrol  kirine, aliyê wê yê din jî ji aliyê komên çete mîna Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) ku Tirkiyê desteka wan dike hatiye kontrolkirin.

Diplomatan destnîşan kirin ku DYA û dewletên din wê yekê red dikin. Proje li şûna wê dixwaze "Dewletên endam garantiya hemû tedbîrên ji bo pêşiya terorê bisekinin, di nav de li parêzgeha Idlibê, tevî pêkanîna wê qanûna navneteweyî."

Lê tevî hemû agirbestan ku di şerê Sûriyê de pêk hatin, lê piraniya wê tenê gotina li ser rûpelê man.

(jo)

 


Mijarên Din