Projeyê xizmetguzariyê yên Şaredariya gel a Şêxmeqsûd

Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûd a Helebê hewl dide binesaziya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê restore bike da ku xebatên xizmetguzariyê ji şêniyan re peyda bike.

Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûd a Helebê hewl dide binesaziya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê restore bike da ku xebatên xizmetguzariyê ji şêniyan re peyda bike.

Girêdayî sererastkirina rêyan, werşeyên fenî yên girêdayî Şaredariya Gel  rêyên taxê yên ku zirar dîtine sererast kirin û kortikên di nav de bi kevir tijî kirin. Bi giştî derdora hezar û 450 m3 rê sererast kirin.

Her wiha werşeyên şaredariyê li ser giliyên şêniyan rêya Derec a ku nêzî nexweşxaneya Xalid Fecir e sererast kirin. Ev rê dûrbûna di navbera her du beşên taxê de yên rojhilat û rojava de kurt dike û ji ber topbarana çeteyan gelek zirar dîtiye.

Ji ber telefbûna toreyên avê Komîteya Avê bi lez 84 xetên sereke yên avê sererast kir tevî meşandina kar di 91 xetên rêyên şaxî de yên ku avê digihînin malan.

Şaredariyê derdora 36 metre ji toreyên kanalîzasyonê yên taxa Şêxmeqsûd paqij kir û 96 metre toreyeke nû dirêj kir.

Di warê tenduristiyê de şaredariyê bi koordîneya Meclisa Tenduristiyê dermanên dij mêşan di nav taxê de reşandin tevî zanakirina şêniyan li ser  parastina hewîrdorê ji gemarbûnê.

Ji ber firehbûna xebatên xizmetguzariyê û li ser giliyên şêniyan Şaredariya Gel du rêyên  şaxî yek li beşa Rojhilatê taxa û yek din li beşa Rojavayê wê vekirin.

Li gorî alavên ku li cem şaredariyê ne, şaredariyê rolek di diyarkirina cihên ku dê bermahiyên şer jê rake dilîze. Heta niha şaredariyê zêdetirî 10 cih diyar kirine da ku bermahiyên şer jê rake.

Şaredariyê li gorî derfetên heyî kelûkortên ser rêyên sereke rakirin û xebatên sererastkirina rêyên mayî didomîne.

Tê payîn ku şaredariyê Goristana Zarokan a ku dikeve kolana 20 li navenda herêma di navbera taxên Eşrefiyê û Şêxmqsûd de bi sûreke nû restore bike.

Girêdayî mijarê hevseroka Şaredariya Gel a taxê Rewşen Mûsa dibêje xizmeta şêniya erka sereke ya şaredariyê ye. Rewşen destnîşan kir ku peydakirina gilî û daxwazên şêniyan û xebatên sereke rolek di afirandina hawûrdoreke paqij de ji tevahiya aliyan ve dilîze. Rewşen bang li şêniyan kir ku bi şaredariyê û werşeyên wê re hevkar bin û girîngî bidin bedewiya taxê.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din