Pompeo: Trump amade ye li dijî Tirkiye çalakiyeke leşkerî pêk bîne

Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Mike Pompeo anî ziman ku eger Tirkiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ‘xeta’ hatî diyarkirin derbikeve, ji bo ‘dema pêwîst’ jî bike amade ye mudaxeleyeke leşkerî bike.

Wezîrê Karê Derve yê Dewletên Yekbûyî ya Amerîka (DYA) Mike Pompeo yê ji Wîlfred Frost a CNBC’ê re axivî, cara yekem li dijî Tirkiyeyê hilbijarteka wan a leşkerî anî ziman. Pompeo yê got: “Li şûna şer em aştiyê dibijêrin” diyar kir ku ‘dema pêwîst’ jî bike hişyariya Donald Trump ji bo çalakiyeke leşkerî bi temamî amade ye.

Ev daxuyaniya Pompeo ya di demekê navbera hêzên QSD’ê û artêşa Tirk û çeteyên wê ‘agirbest’ dom dike de bal kişand. Agirbest wê sibe saet 22:00’an bi dawî bibe.

Pompeo destnîşan kir ku li dijî Tirkiyeyê hêza aborî bikar anîye, li gel rêyên dîplomatîk ew zexta bêçekiyê bikar tîne.

Pompeo destnîşan kir ku bi agirbesta di navbera hêzên QSD’ê û Tirkiyeyê de hate îmzekirin îdîa kir ku ‘gelek jiyan hatin rizgarkirin’ û got: “Ne tenê şervan (Kurd) jiyana etnîkiyên li herêmê jî hate rizgarkirin.”

Pompeo ‘xeta sor’ a di demê Barack Obama ya li dijî rejîma Sûriyeyê bibîr xist û got: “Welatê ku Tirkiye dagir kirî Sûriye ye; neteweyek serwer e.”Pompeo anî ziman ku şerê DYA li gel hêzên QSD’ê li dijî DAIŞ’ê kirin, rast e, diyar kir ku ev îtifaqeke ku hem ji bo Kurdan û hem jî ji bo DYA û heta ‘hemû cîhanê’ bi sûd bû. Pompeo ragihand ku di çarçoveya vê îtifaqê de tişta ketiye ser milê DYA’yê kiriye jî anî ziman.


Mijarên Din