Pompeo: Rejîma Tehranê mezintirîn parêzvana terorê ye

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo vê sibê got "Li cîhanê Îran mezintirîn parêzvana terorê ye.” Pompeo diyar kir ku bidestxistina Îranê ya pergalên çekdarî ji Partiya Komunîst a Çînê ji bo herêmê gef e.

Mike Pompeo destnîşan kir ku derbasbûna Çînê ji qada Îranê re dê ewlehiya Rojhilata Navîn bihejîne.

Çarşema borî Pompeo ragihandibû ku DYA dê di vê hefteyê de projeya biryara dirêjkirina qedexeya çekan li ser Îranê ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî re pêşkêş bike, ruxmî ku Rûsya û Çîn dijberî wê biryarê ne.

Her wiha Pompeo got rêveberiya serok Donald Trump hewl dide bi çi rêbazî dibe bila bibe, biryara dirêjkirina qedexeya çekan li ser Îranê dabîn bike. Pompeo bal kişand ser ku ew bawer e ku xebatên di vî warî de bi ser kevin

Nûnerê Amerîka yê taybet ê berê li Îranê  Brian Hook jî piştrast kir ku Trump bi awayekî diyar gotiye: “Îran dê tu çekeke nukleerî bi dest nexe.”


Mijarên Din