​​​​​​​Pompeo: Em rêbaza cezakirina dewleta Tirk dinirxînin

Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Mike Pompeo got DYA`yê rêbazê bersîvdayîna kirîna dewleta Tirk pergala S400 a Rûsyayê, dinirxîne.

Mike Pompeo di civîna guhedarkirina Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongresê de bersîva pirsên berpirsê mezin ê demokratîkan ê di komîteyê de Senator Bob Menendez, da û got: "Hîna em rêbazên pêkanîna cezayan dinirxînin da ku armanca xwe ya dawî pêk bînin.

Endamên parlemantoya Amerîkayê yên partiyên komarparêz û demokrat pêşnûmeyek ku cezayan li ser dewleta Tirk ferz dikin, pêşkêş kir. Ji ber ku dewleta Tikr pergala moşekan a S400 a Rûsyayê kirî.

Qanûnsazên Amerîkayê beriya çend hefteyan, dosyaya dewleta Tirk û balafira şer F-35 ji nû ve kirin rojevê. Bi vê yekê hewl didin Enqereyê ji projeya kirîna F-35 dûr bixin.

Endamên demokrat û komarparêz bi nameyekê ji Wezîrê Parastinê yê DYA'yê Mark Esper xwerstin ku bi lez dewleta Tirk ji bernameya çêkirina balafira şer F-35 a ku buhaya wê dighêje 100 milyon dolarî, dûr bixin.

Rêveberiya serokê Amerîkayê berê bangawaziyên endamên hikumetê berisvandine. Bi rastî jî li gorî qanûşna "Dijberên Amerîkayê" ya ku dewletên ku amûr ji Rûsyayê dikirin, ceza dike, dest bi cezakirina dewleta Tirk kiriye.

(şx)


Mijarên Din