Pompeo: Em ê Avtenga Hirmuz û ewlehiya kendavê biparêzin

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo îro ji bo destwerdana Îranê di Iraq, Lubnan û Sûriyê de êrişî Îranê kir û diyar kir ku parastina Avtenga Hirmuz û misogerkirina ewlehiya kendavê, erkên sereke yên welatê wî yên dema pêş in.

 

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo îro got Washington destwedana Îranê di Iraq, Lubnan û Sûriyê de şermezar dike. Her wiha tekez kir ku Îran ji bo berjewendiyên xwe ciwanên Iraq û Lubnanê bi kar tîne û Amerîka dê parastina Avtenga Hirmuz bike û ewlehiya kendavê misoger bike.

Daxuyaniyên Pompeo di axaftina wî ya di kongreya Munchen a ewlehiyê de pêk hat. Pompeo destkeftiyên Amerîka yên ewlehî û leşkerî yên dijberî DAIŞ û Îranê bi bîr xistibû.

Pompeo her wiha destnîşan kir ku Amerîkayê  şerê DAIŞ`ê û fikirên wê yên radîkal kir û bi serkeftî Ebû Bekir El-Bexdadî tune kir û wiha got: "Da ku DAIŞ cihên ewle bi dest nexe, me kedekî mezin da."

Pompeo her wiha got welatê wî tewanbariyên Almaniye yên vekişandina ji qada navdewletî, red dike û tekez kir ku destpêkê serwerî, edalet û demokrasiyê li rojava bingehîn in.

 (cx)


Mijarên Din