Pompa Hîşayê ket xizmetê

Meclisa Sivîl a Reqayê pompeya ava vexwarinê ya bajarokê Hîşayê ku avê dide bi dehan gundên navçeya Eyn Îsa û Girê Spî xist xizmetê.

Pompa ava vexwarinê ya bajarokê Hîşayê ku bi salan hatin rawestandin hate sererastkirin îro ji aliyê Meclisa Sivîl a Reqayê ve dîsa ket xizmetê.

Di merasîmê xebitandina pompê de hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mişel El-Derwîş, şêxê eşîra Hatim El-Hayî, endamên Meclisa Sivîl a Reqayê, Şaredariya Gel a navçeya Eyn Îsayê û bi dehan şêniyên bajarokê Hîşa amade bûn.

Pompa ava vexwarinê ya bajarokê Hîşayê sala 2007‘an de hate vekirin lê ava wê ne zelal bûn, pomp di saetekê de 2 hezar liter ava dida û di sala 2016‘an di dema dagirkirina çeteyên DAIŞ‘ê de alavên hatibû dizîn û di encamê de hatibû rawestandin.

Pompa piştî hate sererastkirin, avê didin zêdeyî 10 hezar kesê ji şêniyên gundên "Hîşa, Xazlî ya Rojava, Xazlî Kiêşîş, Huiya, Hîşa Şibil, Şêx Hesen heta gundên li nêzê stasyona Kenterî yê rojava"

ANHA


Mijarên Din