Polîsên Îsraîlê jineke filistînî kuştin

Polîsên Îsraîlê jineke filistînî nêzî benda kontrolê ya Qelendiyê ya başûrê Ramellah a li Dufa El-Xerbiyê kuştin.

Nûçegihanê me ku agahiyên xwe dispêre Wezareta Tenduristiyê ragihand ku polîsên Îsraîlê gule li nêzî benda kontrolê ya Qelendiyê, li jineke filistînî reşandin û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku polîsên Îsraîlê îdîa dikin ku jina filistinî hewldana kuştina bi kêrê kir, lê şahid dibêjin ku jina filistînî dema kete rê yekser gule lê hate reşandin û kêr di destê wê tune bû.

Di dîmenê ku hatiye kişandin diyar dibe ku polîsên Îsraîlê jina filistînî dorpêç dikin û ji nêz ve gule lê reşandin û hiştin heta ku jiyana xwe ji dest da.

(eh)


Mijarên Din