Polîsên Rûsî û artêşa dagirker li gundewarên Dirbêsiyê dewriyek hevbeş pêk anîn

Polîsên leşkerî yên Rûsî û hêzên dewleta Tirk a dagirker dewriyeke hevbeş li gundewarên rojavayê yên navçeya Dirbêsiyê pêk anîn.

Dewriyeya hevbeş ya ku îro danê sibehê li navçeya Dirbêsiyê li ser sînorê Sûriyê – Tirkiyê derketiye li gundê Şirikê yê rojavayê navçeyê dest pê kir.

Dewriye li gelek gundên bejahiya rojava ya navçeya Dirbêsiyê geriya. Ji gundê Şirikê 0dest pê kir û li gundên Erada, Ibrahîmiyê û Hilêwa bi dawî bû û careke din di heman cihî re vegeriyan gundê Şirikê.

ANHA


Mijarên Din