Pêngaveke din ber bi tirkkirinê ve... dewreyên zimanê tirkî li Girê Spî

Dewleta Tirk a dagirker siyaseta guhartina demografiyê didomîne… Li Girê Spî dewreya zimanê tirkî hate vekirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 9 Cotmeha 2019`an êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û bajarên Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin. Artêşa Tirk û çeteyên wê ji destpêka dagirkirina bajarên navborî bi rêya çeteyên xwe mal û milkên sivîlan talan û wêran dikin, hem jî sivîlan bi hincetên bêbingeh koçber dike û malbatên çeteyan li malên sivîlan bi cih dike.

Ji ber êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê zêdetirî 300 hezar sivîl koçber bûn, niha jî da ku sivîlên li herêmê koçber bike, heman rêbazan dide meşandin.

Lê piştî ku sivîlan terka gund û bajarên xwe nekir, dewleta Tirk û çeteyên wê dest bi planên din kir, ji van planan siyaseta tirkkirinê ye. Artêşa Tirk duh li kantona Girê Spî bi armanca belavkirina zimanê tirkî dewreyên fêrkirina zimanê tirkî vekirin.

Çavkaniyên herêmî diyar kir ku dewleta Tirk îşaret bi pêşwaziya  kesên dixwazin fêrî zimanê tirkî bibin, kiriye, her wiha ragihand ku sivîl dikarin navên xwe li gerînendetiya li taxa Îskan tomar bikin.

Beriya mehekê dewleta Tirk heman dewre li kantona Efrînê jî vekirin û 30 ciwan bi darê zorê tev li perwerdeyê kirin.

Çavkaniyan diyar kir ku şêniyên herêmên dagirkirî kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê, buhabûna kel û pelan, bêewlehî û zêdebûna bûyerên binçavkirin û diziyê red dikin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din