Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê ku 25ʹê Çileyê ji aliyê QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatibû ragihandin, di roja xwe ya 6ʹan de dewam dike
Têkildarî rêveçûna Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê di roja 6ʹemîn de ya li Tebqayê, ji fermandarên pêngavê Bekirî Elî ev agahî dan: "Opersyonên lêgerîn û paqijkirinê li taxên bajarê Tebqayê li gorî ku tê xwestin, bi rê ve diçe. Ji bo serxistina armancên vê pêngavê şênî bi hêzên ewlekariyê re tevkar in."
Bekirî Elî anî ziman ku ev pêngav ji bo tolhildana tevahî şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û got: "Hêzên ewlekariyê û yên leşkerî dê heta pêkanîna serkeftinê şerê li dijî terorê bidomînin."
(bb)
ANHA