‘Pêngava rizgarkirina Minbicê, bajar ji dagirkerî û cehaletê xelas kir’

Mihemed Xeyr Şêxo destnîşan kir ku pêngava rizgarkirina Minbicê, bajar ji xeteriya dagirkeriyê xelas kir û careke din ronahî li bajêr vegerand.

Îro 4`emîn salvegera destpêkirina pêngava rizgarkirina bajarê Minbicê û gundewarên wê ji çeteyên DAIŞ`ê.

Pêngav di 1`ê Hizêrana 2016`an de hat destpêkirin û Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi destekdayîna Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), pêngav bi rê ve bir. Di nîvê meha Tebaxa heman salê de bajar hat rizgarkirin.

Têkildarî mijarê, ANHA’yê hevpeyvînek bi hevserokê Meclisa Rêvber a Rêveberiya  Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundewarên wê Mihemed Xeyr Şêxo re çêkir.

Şêxo wiha got: "Biryara rizgarkirina Minbicê li kêlek rizgarkirina herêmên di bin serweriya çeteyên DAIŞ`ê de, biryareke rast û di cih de bû. Pêngava rizgarkirinê di pêkanîna serkeftinê de xwedî roleke mezin bû. Bajarê Minbicê cihekî raha sereke ya derbasbûn piştgiriya leşkerî û lojîstîk ji bo çeteyên DAIŞ`ê yên li herêmên din bû. Nexasim, piştgiriya leşkerî û lojîsîtîk bi rêya erdên Sûriyê yên ku Tirkiyê dagir kirine ji bo çeteyên DAIŞ`ê dihatin şandin."

PÊNGAVÊ BAJARÊ MINBICÊ JI DAGIRKIRINA TIRKIYÊ RIZGAR KIR

Şêxo di dewama axaftina xwe de diyar kir ku dema guncew a destpêkirina pêngavê, bajarê Minbicê ji xeteriya dagirkirina dewleta Tirk rizgar kir. Şêxo wiha domand: “Ji ber ku bajar rastî xeteriya komên çetyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker dihat û heke di bin serweriya çeteyên DAIŞ`ê de maba dibe ku ji aliyê Tirkiyê ve bihata dagirkirin. Lê belê pêngava rizgarkirina Minbicê derbeyek li çeteyên DAIŞ`ê da û rêyên girtina alîkariyan qut kir."

Hevserokê meclisa rêvber a Rêveberiya  Sivîl a Minbicê û gundewarên wê destnîşan kir ku 2 sal û nîv ên ku bajarê Minbicê tê de di bin serweriya çeteyên DAIŞ`ê de ma, demeke tarî bû û wiha berdewam kir: "Pêngava rizgarkirinê, ji bo rizgarkirina şêniyên bajêr ji paşketin û cehaleteke sîstematîk ku xebatên qadên perwerdê, tenduristiyê û xizmetgûzariyê rawestandinbû, hat destpêkirin."

JIYAN JI NÛVE VEGERIYA

Mihemed Xeyr Şêxo qonaxa rizgarkirina bajarê Minbicê bi "ji nû ve vegerandina ronahiyê" bi nav kir û wiha got: "Jiyan ji nû ve li bajêr vegeriya. Xebatên perwerdeyê hatin destpêkirin û dibistan ji nû ve hatin avakirin, her wiha xebatên xizmetgûzariyê pêş ketin. Şênî ji tarîtî û zordariya çeteyên DAIŞ`ê xelas bûn."

RIZGARKIRINA MINBICÊ HÊZA BERXWEDANA LI DIJÎ DAGIRKERAN ZÊDE KIR

Şêxo bal kişand ser giringiya rizgarkirina bajêr û wiha pêde çû: “Rizgarkirina bajarê Minbicê hêz da şêniyên herêmên din ên di bin serweriya çeteyên DAIŞ`ê  de ku bajarên xwe rizgar bikin. Ji ber ku dîtin ên ku Minbic rizgar kirine, ciwanên Minbicê bi xwe bûn, vê yekê hêz da wan ku ji bo rizgarkirina herêmên xwe ji çeteyên DAIŞ`ê,  tev li refên QSD`ê bibin.”

Hevserokê meclisa rêvber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gudnewarên wê Mihemed Xeyr Şêxo şehîdên pêngava rizgarkirina Minbicê bi bîr anî û ji birîndarên ku parçeyên laşê xwe wenda kirine re jî selametî xwest. Şêxo wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Dê hemû herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de, bi hêza ciwanên wan herêman rizgar bibin wekî ku berê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bûn."

(cx)

ANHA


Mijarên Din