​​​​​​​Pêngava paqijiyê ya li Hesekê dê saet di 17.00’an de dest pê bike

Pêngava paqijiyê ya ku ji aliyê Komîteya Şaredarî û Jîngehê ya Kantona Hesekê ve hatiye ragihandin, dê saet di 17:00ʹan de dest pê bike.

Komîteya Şaredarî û Jîngehê ya Kantona Hesekê duh pêngaveke berfireh a paqijiyê ji bo bajarê Hesekê ragihand.

Pêngav dê bi beşdarbûna xebatkarên komîteyê, komîn, şaredarî û şêniyan li 18 taxan pêk were.

Biryar bû ku pêngav saet di 13:00ʹan de dest pê bike, lê ji ber rewşa hewayî heta saet 17:00ʹan hat paşxistin.

Pêngav dê ji taxa Eskerî ya bajar dest pê bike.

(bb)

ANHA


Mijarên Din