Pêngava duyemîn a dezenfektekirinê dest pê kir

Komîteya Tenduristiyê bi hevkariya şaredariyên gel ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi pêngava duyemîn a dezenfektekirinê kir da ku pêşî li belavbûna Koronavîrusê bigirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh bang kir ku li gorî tedbîrên hatine girtin, tev bigerin. Her wiha destnîşan kir ku dema qedexekirina çûn û hatinê li herêmê 15 roj e û li gorî rewşê dê were dirêjkirin.

Rêveberiya Xweser gelek tedbîrên girîng girtin da ku pêşî li belavbûna vîrusa Korona bigire, ji wan; hemû deriyên sînor, dibistan, zanîngeh, deverên ku kombûn li wan çêdibe, girtin. Tenê çend saziyên xizmetguzariyê ku divê xebatên wan bimeşin, vekirî mane da ku pêwîstî û madeyên sereke ji şêniyan re peyda bikin.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê 9 navendên tenduristiyê vekirin, her wiha şaneya aloziyê ji bo şopandina rewşên xizmetguzarî, tenduristî û peydakirina navend û dermanan, ava kir.

Piştî ku dermanên dezenfektekirinê hatin peydakirin, komîteyên tenduristiyê li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi hevkariya şaredariyan dest bi qonaxa yekemîn a dezenfektekirinê kir. Hemû saziyên sivîl, xizmetguzarî û leşkerî yên di hundir û derveyî bajaran dezenfekte kirin.

Tevgera veguhastinê di hundirê bajaran de hate rawestandin, komîteyên tenduristiyê û şaredariyan dest bi qoxana duyemîn a hemleya dezenfektekirinê li bajar, navçe û hemû bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Tîmên agirkujiyê yên şaredariyan bi rêya amadekirina erebeyan tev li hemleya dezenfektekirinê dibin da ku dermanan li kolanan bireşînin.

Tê payîn ku piştî dermanên dazenfektekirinê werin peydakirin qoxana sêyemîn a dezenfektekirinê li dibistan û malên sivîlan di demeke nêz de dest pê bike.

Di vê çarçoveyê de ji rêveberên giştî yên daîreya paqijiyê ya Şaredariya Gel a Tebqayê Mihemed El-Şakir got hemleya dezenfektekirinê heta ku qedexekirina çûn û hatinê hebe, dê dewam bike.

Şaneya aloziyê li herêma Tebqayê duh biryarnameyek derxist û tê de dema ku şênî dikarin pêdiviyên xwe ji madeyên xwarin û tenduristiyê peyda bikin, diyar kir. Her wiha destnîşan kir ku şênî dikarin ji saet 07:00`an heta 09:00`an pêdiviyan peyda bikin.

‘DIVÊ ŞÊNÎ JI MALÊN XWE JI BILÎ REWŞÊN MECBÛRÎ DERNEKEVIN’

Şêniyê bi navê Abdulqadir Îbrahîm ku li taxa Qidûrbeq a bajarê Qamişlo ye, ji malê derket ku hin pêdiviyên xwarinê yên pêwîst bikire, her wiha spasiya Rêveberiya Xweser û komîteyên wê ji bo parastina şêniyan kir û bal kişand ser ku divê şênî biryara qedexeya derketina derve û tenê derketina di rewşên pêwîst de pêk bînin.

Îbrahîm da zanîn ku parastina xwe ya şexsî û derdorê pêk tînin, her wiha tedbîrên ku ji Desteya Tenduristî û bijîşkên pispor de derketine jî pêk tînin û wiha got: "Em dezenfekteyan bi kar tînin û parastina şexsî dikin, nemaze divê kesên bi temen mezin ku zêdetir vîrusê bandorê li wan dike, baldar bin û xwe biparêzin."

Şêniyê bi navê Husên Xelîl diyar kir ku xebatên paqijkirin û dezenfektekirinê baş e, nexweşî û bakteriyan dikuje, her wiha belavbûna Koronavîrusê sînordar dike. Xelîl îşaret pê kir ku rêbazên herî guncaw ên parastinê ew in ku divê dan û standina giştî tune be, dûrxistina ji kombûnan, navmal li ber rokê be, dezenfektekirina destan û nedayîna silavan.

Gerînendeyê Tîma Destwerdana Lezgîn a bajarê Reqayê Yasir Xemîs diyar kir ku ew tîm berpirsê dezenfektekirina bajarê Reqayê ye, wiha got: "Bi hevkariya Şaredariya Gel re tevahî kolanên sereke û şaxî yên tevahî bajêr dixebitin." 

Yasir wiha domand: "Dê xebatê heta dezenfektekirina tevahî taxên bajarê yên bi hejmara 22 taxan pêk bînin û piştre dê ber bi gundewarên wê ve biçin."

Yasir Xemîs bang kir ku divê tevahî şêniyên bajêr di malên xwe de bin û dûrî kombûnan bin.

(bx-fr)

ANHA


Mijarên Din