Pêngava ‛Bi hev re nifşên pêşerojê ava bikin‘ bi dawî bû

Pêngava "Bi hev re nifşên pêşerojê ava bikin" ya ku Navenda Çandê ya navçeya Til Hemîs ji bo xwendekaran dabû destpêkirin bi dawî bû.

Bi boneysa sala nû ya perwerdeyê ya 2019-2020‘an, Navenda Çandê ya navçeya Til Hemîs bi dirûşmeya "Bi hev re nifşên pêşerojê ava bikin" pêngaveke çalakiyên çandî û kêfxweşiyê ji bo xwendekarên dibistanan re dabû destpêkirin. Pêngav li 23 dibistanên bajarokê Til Birak, Cezayê pêk hat û îro li bajarokê Ebû Cirn bi dawî bû.

Di pêngavê de şahî, çalakiyên çandî û hunerî bi armanca ku xwendekarên teşwîqî xwendinê û girêdana bi çandê bikin hatin pêşandan.

Mamosteyê dibistana Ebû Cirn a navîn diyar kir: "Dîmenê hunerî ji zarokan re pir balkêş bû. Ev dîmen jî ya kevn û dîrokî li herêmê ye ku pê serbilind in. Her wiha jî şahî ji zarokan re bû teşwîqkirinek ku girîngiyê bidin xwendinê."

Di çalakiya ku îro li bajarokê Ebû Cirn hatibû lidarxistin de, zarokan koma Ceza ya folklor û esaletê dîlana El-Deha, koma dibistana El-Tayif jî dîlana El- Deha û tev stranên gelêrî  û koma dibistana El-Tayif ya keçan jî kilamên ji kevneşopiya eşîra Şerm pêşkêş kirin.

Li aliyekî dîtir jî Navenda Çandê ya bajarokê Ceza govenda El-Şîla pêşkêş kir. Pêngav bi stranên hunermend Tariq Husên bi dawî bû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din