Pêngava 15`ê Tebaxê Kurd vejand

Di demekê de ku gelê Kurd ji ber binkeftina şoreş û serhildanên ku pê rabûne bêhêvî bûn û di komkujiyên hovane re derbas bûn bû, şoreşeke nû bi fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan dest pê kir. Vê şoreşê Kurd ji bin gorê, têlan û dîwaran rakir.

Piştî Peymana Lozanê ya 1923'yan, Kurdistanê di navbera 4 dewletan hate dabeşkirin. Bi vê yekê Li welatê kevana zêrîn an ku welatê beraketê yê di navbera her du çeman de, cografiya Kurdistanê ji dest da. Lê kurdan ev çarenûsa ku li ser wan hat ferzkirin qebûl nekir. Ji ber wê bi serkêşiya Şêx Seîd serî hildan lê şoreşa wan dirêj nekir.

LI DIJÎ KURDAN POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINÊ

 “Tune bike û ji holê rake”, bi vê yekê dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê polîtîkayên qirkirinê li dijî kurdan da destpêkirin. Di vê çarçoveyê fêrbûn û axaftina bi zimanê dayikê yê kurdî qedexe kirin, kurdan ji warên wan koçber kirin û demgorafiya herêmên wan guhertin û her tiştên bi kurdî şer û qedexe kirin.

DERBAYA 12`Ê ÎLONÊ Û QIRKIRINA KURDAN

Operasyonên şikandina vînê, 40 salî berdewam kir ta Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi pêşengiya rêber Abdullah Ocalan di destpêka salên 70`î de ava bû. Avabûna vê partiyê destpêkeke nû bû ne mîna rêbazên berê yên serhildanên gelê Kurd bû.

Ji bingeha ku dewleta Tirk a qirker bê şer yan jî berxwedan mafê kurdan nade wan, PKK`ê dest bi têkoşîna xwe kir. Piştî derbeya 12`ê Îlona 1980`î polîtîkayên dewleta Tirk gihaştibû asta herî hov û qirkirina kurdan ji aliyê bedenî û manewî ve, kiribû armanc û stratejiya xwe.

LI GIRTÎGEHAN ÇIRÛSKA BERXWEDANÊ

Li hember van planên qirkirinê, tevgera apoçî, xwe li qadên Bakurê Kurdistanê dûrî çavên faşîzman bi rêxistin kir. Çirûska berxwedanê ji girtîgehan dest pê kir, piştî ku hevalên rêber Abdullah Ocalan agir berdan bedena xwe.

Di 21`ê Adara 1982`yan de şehîd Mezlûm Dogan di girtîgeha Amedê agir berda bedena xwe, bi wê benda tirsê şikand û derî li pêşiya berxwedanê vekir ku hêdî hêdî çirûska wê belav bû.

Ji bo berdewamkirina wesiyeta şehîd Mezlûm, pêvajoya duyemîn a herî girîng di dîroka tevgerê de bû. Di 14`ê Tîrmeha 1982`yan de, girêvên birçîbûnê yên bê dor veger di girtîgehan de dest pê kirin. Berxwedêran Mihemed Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akif Yilmaz û Elî Çîçek dest bi girêva birçîbûnê ya heta mirinê kir ku 65 rojan berdewam kir. Ev berxwedan stûnên dewleta Tirk a qirker hejand. 

BERXWEDANA GIRTÎGEHAN BINGEHA DESTPÊKIRINA TÊKOŞÎNA ÇEKDARÎ YE

Berxwedana 21`ê Adarê û berxwedana 14`ê Tîrmehê bû bingeha destpêka têkoşîna çekdarî ya li dijî duyemîn artêşa NATO`yê. Dewleta Tirk hovîtiya xwe li dijî kurdan zêde kir. Tevgera azadiyê di kongreya xwe ya sala 1982`yan de biryara vegera li welêt da.

BIRYARA VEGERÊ Û RAGIHANDINA HRK

Di sala 1982`yan de biryara vegera li welêt (Kurdistan) û destpêkirina amadekariyên têkoşîna çekdarî li dijî dewleta Tirk hate dayîn. Di 15`ê Tebaxa 1984`an de, şerê rizgariyê li dijî dewleta Tirk dest pê kir. Li gorî wê, demazirandina baskê leşkerî yê partiyê bi navê Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) hate ragihandin.

Fermandarê mezin Mashûm Korkmaz roleke çalak di avakirina yekîneyên pêşeng ên şoreşgerî de li gelek herêmên Kurdistanê lîst. Wek endamekî Biryargeha Navendî ya HRK`ê hate hilbijartin. Di 14`ê Tîrmehê de erkê pêşengiya yekîneya têkoşîna çekarî girt ser xwe ku yekemîn yekîneyên hêzê ye ku bi destpêkirina hemleyê hatibûn erkdarkirin.

TEQANDINA GULEYA YEKEMÎN LI DIJÎ DIJMIN

Koma 14`ê Tîrmehê ya têkoşîna çekdarî, operasyona xwe ya pratîk a yekemîn li Dihê li dar xist. Operasyona herî bihêz a pêngava 15`ê Tebaxê bû. Guleya yekemîn li dijî artêşa Tirk li navçeya Dihê hate teqandin û bi temamî hate rizgarkirin.

Gelê Kurd ev roj wek roja vejînê û destpêkeke nû ji xwe re bi nav kir ku zincîra koletiyê û teslimiyetê şikand.

RÊBER OCALAN: DEM DEMA JIYANA AZAD E

Rêber Abdullah Ocalan di gelek hevdîtin û xîtabên xwe de behsa Pêngava 15`ê Tebaxê dikir, pêngav wiha şîrove dikir ''Pêngava 15`ê Tebaxê, kûrtir û firehtir bû. Şerê me li Kurdistanê careke din bingehên jiyaneke nû vejandin.''

Der barê Pêngava 15`ê Tebaxê de rêber Abdullah Ocalan dibêje: “Ev pêngav di cewherê de, şiyarbûn e ku ez gel im min tune neke. Bi taybet bersiva hovîtiya di girtîgeha Amedê de û qêrîna em dev ji hebûna xwe bernadin bû.”

Rêber Abdullah Ocalan îşaret pê dike ku pêngav, bersiva soza Xeyrî Durmûş e; hûn nikarin hebûna me înkar bikin. Daxuyaniya Kemal Pîr e; ez xilasiya gelê Tirk di xilasiya gelê Kurd de dibînim. Rêber Ocalan destnîşan dike ku; şerê herî mezin, watedayîn e. Pêkanîna vî şerî bi taybet ji aliyê hêzên Kurd ve li hember hêzên Tirkiyê yên zordest bersiva; serdema çewisandina we bê veger bi dawî bû, dem dema jiyana azad e.

Pêngava 15`ê Tebaxê serhildana kurdan di serdema nû de ye. Di salvegera 38`an a destpêkirina pêngavê de bi pêşengiya Şoreşa 19`ê Tîrmehê bû modeleke nû li Rojhilata Navîn û qedera  kurdan guhertin ku hebûn, ziman û mafên wan ên çandî înkar kiribû.

BERXWEDANA GIRTÎGEHAN LI KURDISTANÊ DENG VEDA

Welatiyê bi navê Ehmed Mecîd sala 1982`yan bi fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bi bandor bû û got: “Dewleta Tirk derbayek li dar xist da ku tevgera rizgariyê têk bibin. Lê li beramber wê, berxwedana di girtîgehan de mezin bû. Mezlûm Dogan agirê berxwedanê berda bedena xwe. Kemal Pîr û hevalên wî dest bi girêva birçîbûnê ya bê dorveger kir û vîna xwe radestî dewleta Tirk nekir.”

Mecîd anî ziman ku bi berxwedana xwe dîwarê girtîgehan şikand û dengê berxwedana wan li Kurdistanê bi giştî veda.

'HÛN Ê ÇAWA ŞER BIKIN? DEWLETA TIRK DÊ WE TÊK BIBE'

Her wiha Mecîd bi bîr xist ku sala 1983`yan şervan dihatin birêxistinkirin da ku ji aliyê rêber Abdullah Ocalan ve li akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz a li Lubnanê werin perwerdekirin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Piştre şervan berê xwe dan çiyayên Kurdistanê. Di rê de li rast komeke hêzên Partiya Demorkat a Kurdistanê (PDK) hatin ku ji wan re gotin; hûnê çawa şerê dewleta Tirk bikin, ew ê we têk bibe, ew xwedî hêzeke mezin e, biçin Ewropayê têkoşîna siyasî bimeşînin ew ji we re çêtir e.”

'PÊNGAVA 15'Ê TEBAXÊ BERSIVA RIHÊ BERXWEDANA 14'Ê TÎRMEHÊ YE'

Mecîd diyar kir ku Pêngava 15`ê Tebaxê, bersiva giyanê berxwedana 14`ê Tîrmehê bû, piştî destpêkirina wê dewleta Tirk ecêb ma û piştî re got dê di 24 saetan yan jî 48 saetan de wan tune bike, lê vaya 40 sal in li ber xwe didin.

'EM QEBÛL NAKIN JI ÎRO Û PÊ DE HEBÛNA ME ÎNKAR BIKIN'

Mecîd daxuyand ku ev tevger bi 5 kesan dest pê kir û got: “Piştî ku rêber Ocalan got, Kurdistan mêtîngehek e û em qebûl nakin ji îro û pê de hebûna me were înkarkirin, gelek şer dest pê kir. Jê berxwedana girtîgehan û Pêngava 15`ê Tebaxê. Heta îro jî em di nav şerekî din de ne, şerê parastina xizan û bindestan. Piştî binkeftina sosylîzmê, tevgerê erkê parastina bindestan girt ser xwe. Êdî pirsgirêk ne tenê girêdayî gelê Kurd e, lê belê girêdayî doza hemû gelên li cîhanê yên tiyê fikrê rêber Ocalan e.”

Mecîd diyar kir ku dewleta Tirk bi rastî nasnameya kurdan çewisandibû û digot wê doza Kurd bin ax kiriye û çîmento daniye ser.

'DIFIKIRÎN KU DÊ BI DÎLGIRTINA RÊBER OCALAN ŞOREŞÊ TUNE BIKIN'

Her wiha Mecîd anî ziman ku dewleta Tirk difikirî bi dîlgirtina rêber Ocalan dê şoreşê mîna serhildanên berê têk bibe, lê berovajî wê pêk hat û ev li gotinên xwe zêde kir: “99 kesan agir berdan bedena xwe. Xeleke ji êgir li dora Ocalan çêkir, cîhana rojhilat û rojava ji vê yekê matmayî ma. Di tu pergaleke cîhanî de heta di serdema pêxmeberan de tiştek wisa rû nedaye. Kesek ji bo pêşengê xwe, xwe neşewitandiye.”

'JI BO MISOGERKIRINA SERKEFTINÊ, PÊWÎSTIYA ŞOREŞA ROJAVA BI DESTPÊKEKE NÛ HEYE'

Mecîd got, Pêngava 15`ê Tebaxê rihekî din da Rojhilata Navîn û Kurdistanê û tivinga guleya yekemîn teqandiye, pergala Tirk têk bir.

Mecîd banga lidarxistina pêngaveke din mîna giyanê Pêngava 15`ê Tebaxê li Rojava kir û got: “Ji ber ev yek dê serkeftinê li Rojava misoger bike. Dewletên mezin di nav de dewletên cîran, li dijî projeya me ne. Berjewendiyên wan li vir hene. Ew ne ji bo parastina me li vir in. Ji ber wê li Rojhilata Navîn em hevkêşiyeke qet çênebûye ne. Ji ber em xwedî projeya çareseriyê li Sûriyê ne ew jî projeya Rêveberiya Xweser e.”

'BI GIYANÊ BERXWEDANA GIRTÎGEHAN EM GIHAŞTIN VÊ PÊVAJOYÊ'

Mecîd wiha pê de çû: “Bi giyanê berxwedana apoçiyî û berxwedêran mîna Kemal, Elî, Xeyrî em ê bi ser kevin û ronahiya azadiyê bibînin. Bi berxwedana wan em gihaştin vê pêvajoyê ku kesek nikare xwe di ser me re bigire. Em dibînin ku çawa dewleta Tirk li deriyan dide ku li pêşberî wê tên girtin. Rêber Ocalan gotibû dewleta Tirk amade ye her tiştî bike, dikare Tirkiyê bifroşe ji bo ku kurdan tune bike. Lê ev bê feyda ye.”

LI HEMBER KURDAN DÎN Û HAR BÛYE

Her wiha Ehmed Mecîd destnîşan kir ku rêber Ocalan Rojava bi beşê biçûk bi nav dikir û digot: “Ev beşê biçûk bi hêz û berxwedana xwe mezin e. Em ê teqez bi zehmetiyan re bimînin. Lê dê di dawiyê de bi ser kevin. Em ecêb dimînin ku Erdogan heta niha xwe nekuştiye. Li deriyên Amerîka, Rûsya, Îran û Sûriyê dide û tawîzan dide. Li hember kurdan dîn û har bûye.”

'VEJANDINA GIYANÊ BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNÊ'

Welatiya bi navê Bêrîvan Mehmûd di hemêza malbateke şoreşger a welatparêz de mezin bûye, fêrî hezkirina welêt bûye têkildarî mijarê ji ajansa me re wiha axivî: “Fermandar Egîd digot; Kesek kurdan nas nedikir. Kurd nedikarî bi zimanê kurdî biaxive ji ber hatibû çewisandin. Pêngava 15`ê Tebaxê, ji bo gelê Kurd vejîn bû. Giyanê berxwedan û têkoşînê dîsa da gelê Kurd.”

Her wiha Bêrîvan Mehmûd destnîşan kir ku Pêngava 15`ê Tebaxê, teqînek di hişê kurdî de çêkir û wiha berdewam kir: “Ev pêngav, hişt em li dû hêviyên xwe kevin û azadiyê pêk bînin, tirsa li Kurdistanê şikand û vîna gelê Kurd û erkên neteweyî yên şoreşgerî ku divê pêk bîne, xuya kirin. Ev pêngav ji cîhanê re îsbat kir ku gelê Kurd welatê xwe diparêze.”

'JINÊN KOLE, ARTÊŞEKE BI HÊZ AVA KIR'

Bêrîvan behsa guhertinên di kesayeta jinan de çêbûne kir û got: “Beriya pêngavê vîna jinan bindest bû û kole bû, tenê ji bo pêkanîna erkên malbatî kar dikirin. Lê jinan pergala cîhanî û desthilatdar bi vîna xwe şikand.”

Bêrîvan Mehmûd diyar kir ku jinên jibîrbûyî, bi vîna xwe ya azad artêşeke bihêz û xurt ava kir, tev li hemû qadên jiyanê bû û got: “Ger jinan bi xwe bawer nekiribana, nedikarîn şoreşê bi xwe birêve bibin. Şoreşa li Rojava bi şoreşa jinan tê naskirin, jin li ber xwe da, tê koşiya, xwe bi rêxistin kir û perwerde kir.”

'PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ JI BO BIRÎNÊN KURDAN DERMAN E'

Bêrîvan Mehmûd diyar kir ku divê şoreşa Rojava were vejandin got: “Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo birînên hezarên salan ên kurdan derman e, gelê Kurd bi îradeya xwe dê heta dawiyê li ber xwe bide.”

PARTIYÊN SIYASÎ NIKARÎBÛN GELÊ KURD BI RÊ VE BIBIN, DENGÊ FÎŞEKÊ JI HERTIŞTÎ BILINDTIR E

Mihemed Xelîl jî anî ziman ku beriya Pêngava 15’ê Tebaxê nexasim piştî binketina gelek şoreş û serhildanên wan Kurd bêhêvî mabûn.

Xelîl li darizandina berxwedêran; Mazlûm, Xeyrî, Kemal û Elî bi rêya televîzyonê şahid bû, ku dewleta Tirk ew wek terorîst bi nav kirin, wiha domand: “Tevî ku ji salên 50’î de partî hatine damezirandin lê wan nikarîbû gelê Kurd bi rê ve bibe, hertim jî hinek ji wan xayîn derdiketin, lê gava fîşeka yekemîn hat teqandin, dengê wê ji hertiştî bilindtir bû.”

'EM FÊRÎ WÊ ZIMAN, FEDAKARÎ, JIYANA HEVBEŞ KIR'

Der barê hestên wî de piştî teqandina fîşeka yekemîn li, Xelîl wiha domand: “Wê rihekî nû di me de vejand, em ji netewperwerî û welatparêziya kurdî gelekî dûr bûn, gava me dengê fîşeka yekemîn bihîst me destek dayê.”

Xelîl behsa hatina kadroyên tevgera azadiyê li herêmê kir û got: “Me exlaqên wan ên qenc û bi heybet, cewher, fikr, çanda wan dît.”

'DERFETEKE DÎROKÎ HATIYE, DIVÊ EM MAFÊN XWE MISOGER BIKIN'

Xelîl destnîşan kir ku tevgerê ew fêrî ziman, fedakarî, jiyana hevbeş, hezkirina ol, netewe û mezhebên din û wekheviyê kir û wiha domand: ''Karên jinan di çarçoveya karên malê de bû, lê niha li her aliyên jiyanê em vîna wê xurt û hêza wê dibînin.”

Xelîl diyar kir ku piştî şoreşa Sûriyê, derfeta lidarxistina şoreşeke din hebû, bêhtirî 57 partiyên siyasî hebûn lê kesekî tiştek nekir ji ber ku fedakariya wan a ji bo destpêkirina şoreşekê tune bû.

Xelîl wiha bi dawî kir: “Em banga piştgiriya şoreşa Rojava dikin, bi taybetî hêzên wê yên leşkerî; da ku dawiya xayîn û ajanan were. Ev derfeteke dîrokî ye da ku maf û serkeftinê misoger bikin.”

(şx-mh)

ANHA


Mijarên Din