​​​​​​​Planên Tirkiyê yên ji bo Iraq û başûrê Kurdistanê çi ne?

Piştî ku serokê istixbarata Tirkiyê (MIT) Hakan Fîdan, serdana hikumetên Iraq û herêma başûrê Kurdistanê kir, dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser başûrê Kurdistanê zêde kir. Gelo rewş ber bi kuderê ve diçe?

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê 15'ê Hezîrana borî destpêkirina êrişan li ser herêmên başûrê Kurdistanê ragihand. Piştre êrişên bejahî li ser herêma Heftanînê da destpêkirin ku di encamê de hate niha bi kêmanî 5 sivalan jiyana xwe ji dest dane. Dewleta Tirk tevî ku propogandeyeke mezin da  van êrişan lê heta niha tu pêşketin li ser erdê pêk neanîye.

Ev êriş piştî serdana veşartî ya serokê MIT'ê Hakan Fîdan ji bo Bexdayê û hevdîtinên wî yên bi berpirsyarên Iraqê re, di nav ve serokê hikumeta nû Mustefa El-Kazimî dest pê kirin. Her wiha êriş hemwextî destpêkirina tora yekemîn a danûstandinê di navbra Iraq û DYA'yê de pêk hatin.

Li gorî çavdêran, êrişên Tirkiyê piştî erkdarkirina zilamê istîxbarata Iraqê Mustefa El-Kazimî ji bo serokatiyê hikumetê zêde bûn. El-Kazimî dostê herî nêzî ê Fîdan e.

Li gorî agahiyên çavkaniyan, di hevbera hikumetên Bexda û Hewlrê nîqaş li ser belavkirina artêşa Iraqê li herêmên başûrê Kurdistanê hatin kirin.

Çavkaniyên siyasî yên Iraqê gotin, Tirkiyê beriya ku dest bi êrişan bike alîkariya istîxbarata ji aliyê ku têkiliyên wê bi Hikumeta Başûrê Kurdistanê re hene, wergirt.

Rojnameya El-Ereb agahî da ku Enqere, li beramberî ku hikumeta başûrê Kurdistanê agahiyan li ser PKK’ê bide dê alîkariyên aborî pêşkêşî hikumeta başûrê Kurdistanê bike. Di rojnameyê de hate gotin ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan hewl dide sûdê ji aloziya diravî ya Iraqê ya ji ber daketina nirxê petrolê werbigire.

Aliyên siyasî û leşkerî yên iraqî bi fikar in ku xîbata Tirkiyê veguhere nîşaneyên avakirina baregehên leşkerî li ser xaka Iraqê.

Çavkaniyên Iraqê destnîşan kirin ku gotinên Tirkiyê yên li ser "Baregehên demkî" nixumaneke ji bo hebûna leşkerî ya daîm e û vê dide nîşandan ku Enqere wê qebûl neke baregehên xwe yên leşerî yên ku beriya salan li Başîqa ya nêzî Mûsilê rake tevî bangewaziyên domdar ên Iraqê.

'SÎNOR JI PLANÊN TIRKIYÊ RE NÎN IN'

Der barê van geşedanana lêkolînerê di têkiliyên navdewletî de Dr. Iyad El-Mecalî ji ANHA'yê re nirxandin kir û got: "Bê guman guhertinên ku di salên dawî de li herêmê çêbûne, hişt ku atmosfêreke cîhanî û herêmî ji bo nexşerêya nakokiyên nû were amadekirin. Ev yek di çarçoveya xeta siyasî ya serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de tê ku dixwaze împratoriya Osamanî zindî bike û stratejiya dagirkirinê li gelek herêmên dewletên Erebî li Sûriyê, Iraq û Lîbyayê berfireh bike. Xuyaye ku planên Tirkiyê di çarçoveyê vê rewşê de sînordar nemaye, digihêje heta Deryaya Spî."

El-Mecalî wiha domand: "Bi teqez daneyên ber bi rewşa siyasî ve nîşan dide ku desthilata siyasî ya Iraqê xeleka herî lewaz di rêza pêşîn ên çêkerin biryara Tirkiyê ye. Nemaze di aliyê tevgera leşkerî yê Tirkiyê û operasyonên wê yên li Kurdistana Iraqê de ye. Desthilata siyasî ya Bexdayê tenê ev operasyonên leşkerî yên Tirkiyê şermezar kirin.Di daxuyaniyên El-Kazimî de hate gotin ku ev operasyon serweriya xaka Iraqê binpê dike. Dewleta Tirk bihane ji van operasyonan re derxistin û wekî bersiva êrişên zêde yên PKK'ê yên li Tirkiyê û hewldanên wê yên hedefgirtina baregehên leşkerî yên Tirkiyê yên li ser sînor e."

Wezareta Karên Derve yên Iraq ji aliyê xwe ve du caran li ser hev bangî sefîrê Tirkiyê yê Bexdayê kir û nameya proteskirina nêzîkatiyên siyasî û leşkerî, mijarên girêdayî avakirian baregehên Tirkiyê li bakurê Iraqê (Başûrê Kurdistanê) radestî wî kir.

'HELWESTA HIKUMETA IRAQÊ ZAÎF E'

Têkildarî helwesta Iraqê El-Mecalî ev tişt got: "Helwesta Bexdayî ya li hemberî van operasyonan zaîf bû. Tenê daxuyaniyên şermezarkirin û protestorkirina binpêkirinên domdarkir ên serweriya xaka welat da. Tirkiyê operasyonên bejahî û hawayî li dijî Kurdistana Iraqê pêk tîne û di hundirê sînorê Kurdistana Iraqê de baregehên leşkerî ava dike. Li hemberî vê desthilata siyasî ya Iraqê tenê ev red kir û got, Enqere qanûn û pîvanên navdewletî binpê dike. Di daxuyaniyên fermî yên Iraqê de bang li Tirkiyê hate kirin ku êrişan rawestîne û hêzên xwe ji Iraqê vekişîne. Bi taybet ji baregeha Başîqa ku yek ji girîngtirîn navendên fermandariyê yên Tirkiyê ne. Iraqê got, ev hewldan hevsengiya ewlehiyê li ewlehiya li herêma sînorê hevpar bi awayekî zêde xirab dike."

Girêdayî dema êrişên Tirkiyê yên li ser başûrê Kurdistanê El-Mecalî destnîşan kir ku "Dem û asta êrişan hişt ku çavdêr niyetên ne eşkere yên Erdogan diyar bikin. Dem û asta êrişên Tirkiyê yên li ser bakurê Iraqê dide diyarkirin ku armancên din li pey van gavên Enqere heye, da ku stratejiya Erdogan a li hemberî Iraqê pêk bîne."

Li gorî lêkolîner Iyad El-Mecadî Enqere bi şek û fikar li hewldanên lihevkirina kurdên li Sûriyê dinere ku bi serkêşiya DYA, Fransa û beşdarbûna başûrê Kurdistanê li gorî hevbnedî û înyaîtfan bi rêve diçe. El-Mecalî got, dibe ku nameya Erdogan ji vê yekê ev be ku nabe bi dûrxistina Tirkiyê biryar derbarê doza Kurd de were dayîn.

El-Mecalî bi domdarî got: "Tişta ku planên Erdogan dixe nava fikaran doza Kurd e, ku Kurd bi rastî li hev bikin, bêyî ku wan di berjewendiyên derve yên bi nakok de werin bikaranîn. Ev yek serkeftineke rasteqîn e, ku dê mijarên girîng ên planên Erdogan di qada siyasî de winda bike. Bi taybet ku qedera kurdan ew ku netewa herî mezin di cîhanê de ne û dewlet an hêzeke siyasî ku di cîhanê de îtîraf pê were kirin, nine. Herêma "Kurdistana Mezin" di navbera bakurê rojhilatê Iraqê, bakur û rojhilatê Sûriyê, başûr û rojhilatê Tirkiyê û Îranê de hatiye parvekirin. Her wiha Kurd li Lubnan, Ezirbêcan û Ermenistanê jî hene. Di encamê de tişta ku li bakurê Iraqê pêk tê destirêj li tevahî Rojhilata Navîn, Ewropa, bi taybet Almanyayê ye ku hejmareke mezin a Kurdan lê dijîn."

'ZÊDEGAVIYÊN TIRKIYÊ JI BO PARVEKIRINA BERHEMAN E'

El-Mecalî bal kişand ser tevgerên Tirkiyê yên zêde li Rojhilata Navîn û wiha pêde çû: "Êdî ji zêdegaviyên Tirkiyê yên li Sûriyê, Iraq û Lîbyayê tê famkirin ku nakokî li ser parvekirina berhem e, armanc jê ew e ku qezenciyên stratejîk berhev bikin. Ev yek wê bihêle ku Erdogan hêza zwe di herêmê de kûr bike. Aloziya Lîbyayê di hemû aliyên wê de asta gefên jeosiyasî li ser tevahî dewletên derdora wê zêde dike û dihêle ku komên terorîst ên ku ajnîdeyên Tirkiyê hildigirin zêdetir belav bibe. Ev jî herêmê rewşa siyasî û ya ewleî ya herêmê tevlihev dike, divê dewlet li ser wê bisekinin û aloziya Lîbyayê çareser bikin. Ji ber beravên Lîbyayê yên li dirêjahiya deryayê Spî bûye korîdorek  ne rewa ya terorîstan ber bi Ewropayê ve."

Her wiha got: "Xumaniya rewşa siyasî li herêmê di aliyên xwe de berjewendî û qezenciyên siyasî û aborî digre. Rêbezeke nû bi girêk e ku Enqere pê tevgerên siyasî û leşkerî dike. Ev jî daxwazên Tirkiyê ne. Ev yek dide diyarkirin ku Tirkiye dixwaze û bi hemû cûreyên şer beşdarî rewşa herêmê bibe û şerê li Lîbyayê gûrtir bike da ku fikaran li ser ewlehiya herêmê zêde bike"

Dr. Îyad El-Mecalî di dawiya axaftina xwe de got: "Operasyonên leşkerî ji edebiyatên siyasî û wesîleyeke xeztê ye, ne armanceke mutleq e. Peyvên siyasî nuqteya herî sereke û ya herî xurt û ya herî bi bandor ji operasyona leşkerî ne. Di demekê de ku dosyayên Lîbya, Sûriyê û Iraqê tevlihev bûne, gefên operasiyonên leşkerî yên Tirkiyê derdikevin. Bê guman analîzkirina rewşê dê di navbêna tevhevkirina pelan de li Libya, Sûriye û Iraqê tê. Rewşa heyî nîşan dide ku aliyên ku di kar û barên Lîbyayê mûdaxele dikin dê asta xeteriya şer zêde bikin da ku vegera li diyalogan ferz bikin. Her yek li gorî hêza xwe ya li ser erdê şertan ferz dike. Enqere bi taybet dixebite ku aloziyê giran bike da ku şertên xwe li ser dewletên ereban ferz bike."

ANHA


Mijarên Din