Plangerê êrîşa li dijî Newroza Hesekê ji ANHA`yê re axivî

Çeteyê bi navê Ebû Muaz ji xetertirîn çeteyên DAIŞ’ê yên li herêmên Herêma Cizîrê ye. Bi dehan êrîşên ku tê de bi sedan qurbanî çûne, plan kir, bi rê ve bir û pêk anî. Ji wan êrîşan jî êrîşa êvara Newroza 2015’an, êrîşa li Navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn, kuştina Merwan Fetîh û hedefgirtina dewriyeya Koalîsyona Navdewletî ne.

Istîxbarata leşkerî ya Hêzên Sûriye Demokratîk(QSD) Emîrê Ewlehiyê li derve û cîgirê bi navê Bewalî El-Bereke Abdulrezaq Hemed El-Selame (Ebû Muaz)  yê ku bi dehan êrîşên teqadinê, çandina mayîna û dayîna agahiyan ji ajasna El-Emaq a girêdayî çeteyên DAIŞ’ê pêk anîne, girtin. Ji wê zêdetir jî leşkerkirina şaneyên veşartî li Herêma Cizîrê, derxistina çeteyan ji Sor, Hecîn û Baxozê piştî ku cih li wan teng bû û jinûvexistina aktîfkirina şaneyên veşartî, pêk anîn.

Abdullrezaq Hemed El-Selame ji herêma Şedadê ye (1993). Bi rêya kesê di nava çeteyên DAIŞ’ê de bi navê Ebû Îbrahîm El-Reqawî tev li çeteyên DAIŞ’ê bû. El-Reqawî berpirsiyarê kesên derve yên di nava çeteyên DAIŞ’ê de bû.

Ewlekarên derve, ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve hatine leşkerkirin û erkên istîxbaratî li herêmên di bin serweriya çeteyên DAIŞ’ê de pêk dianîn. Her wiha erkên wan, keşfkirin, diyarkirina nuqteyan, amadekarina xwekujan, dayîna agahiyan li ser nuqteyên leşkerî û kesayetên girîng di herêmê de, ne.

ji ber ku xwediyê kesayeteke xwînsare, mirov bawernake ku dikare evqas êrîşên ku em niha behssa wan bikin pêk bîne

Zêdetirî 200 sivîl û leşker bi plana çeteyê bi navê Ebdullrezaq şehîd bûn

Ebû Muaz planger û mejiyê xuliqkar ên teqînên bajarê Hesekê ya êvara cejna Newrozê ya 2015’an bû. Tê de 53 sivîl ji jin û zarokan bûn qurbanî. Her wiha jî mejiyê rêzeêrîşên ku Navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Qada El-Bêtere ya li bajarê Hesekê kiriye hedef ya ku di 6’ê Gulana 2015’an û di encamê de 16 endamên Ewlekariyê şehîd bûbûn, pêk hatiye. Her Ew êrîş bi erebeyeke bombebarkirî û 5 xwekujan pêk hat. Li rexê jî erebeyek bombebarkirî li Çarxeriya Sînalko ya li Hesekê di 23’yê Hizîrana 2015’an teqand. Mayînek bi cih kir û bi erebeya leşkerî ya girêdayî QSD’ê de li ser rêya El-Xurafî, teqand û di encamê de 8 şervan şehîd bûn. Li aliyekî dîtir jî erebeyeke bombebarkirî bi dewriyeya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hudnirîn a li nêzî Çarxeriya Xişman a bakurê bajarê Hesekê di 14’ê Îlona 2015’an, teqand û di encamê de gelek sivîl û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn. Ji wê zêdetir 6 kes jî kuştin.

Tevahî êrîşên ku bibîrxistine, bi persbektîvên Ebû Îbrahîm El-Reqawî bûn. Ew jî li gor agahiyê ku Ebû Muaz dane. Ebû Muaz dîmenên wan êrîş û teqînan digirtin û ji ajansa El-Emaq  ya girêdayî çeteyên DAIŞ’ê re dişandin û encamên wan jî didan.

Çete Abdullrezaq tu dewreyên perwerdê ne leşkerî û ne jî şerî nedîtine. Pisporiyên xwe ji êrîşên ku pêk tînan de, werdigirt. Di rêbaza danûstandina bi rojnameyê re pêkan e. Di dema hevpeyvînê de agahiyên xwe yên der barê êrîşên ku pêk anîn de, bi baldarî didan.

Piştî hêdî hêdî DAIŞ’ê têk diçû û gûmankirina bi çeteyê Abdulrezaq Hemed El-Selame ji hêla Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve, revî herêmên Şedadê yên ku hê jî di bin serweriya çeteyên DAIŞ’ê de bûn. Ji wir jî ber bi herêmên dîtir ên DAIŞ’ê dagirkiribûn ve diçû. Beşdarî gelek şeran bû û jê jî şerê Şedadê.

Hêsankirina derxistina çeteyan ji herêmên Dêrazorê û rêkirina ber bi Tirkiyê ve

Di her windabûna DAIŞ’ê ya herêmekê de, Abdullrezaq Hemed El-Selame diçû bejarekî dîtir. Di 2017’an de çû bajarê Minbicê û li wir êrîşek pêk anî. Ew êrîş jî bicihkirina mayînekê ya li ser rêya hêzên leşkerî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bû û di encamê de şervanek şehîd bû yek jî birîndar bû.

Di dema ji hêla QSD’ê de li ser çeteyên DAIŞ’ê li herêmên Dêrazorê nefes teng bû, bi fermana Ebû Îbrahîm El-Reqawî, Abdulrezaq çû Reqayê. Ji wir jî çû herêmên Şedadê. Ji girîngtirîn erkên wê, derxistina çeteyan ji herêmên Sor, Hecîn û Baxozê û şandina ber bi Tirkiyê ve bû. Ew jî bi rêya koordînakirina qaçaqiyan pêk dihat û dişandin herêmên Kilis û Rûha. Nêzî 2 hezar çete ji wan herêman bi der xistin û şandin Tirkiyê. Piştre jî hêdî hêdî û bi koordînakirina bi çeteyê ku li bajarên Kilis û Rûha digere yê bi navê Ebû Esed El-Kilêzî çete rêdikirin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Erka El-Kilêzî piştî derbasbûna çeteyan a Tirkiyê, rêkirina çeteyan li bajarê Efrînê û ji Efrînê ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ew jî bi rêya çeteyên Ehrar El-Şerqiyê yên girêdayî Tirkiyê. Wan jî nasname û lênûska malbatê yên derqanûnî ji çeteyan re çêdikirin. Li gor Ebû Muaz, El-Kilêzî endamekî wî ye.

Ji ber gelek çalakiyan û neaşkerekirinê, hat xelatkirin

Di encama têkiliya xurt di navbera Abdulrezaq Hemed El-Selame û Ebû Îbrahîm El-Reqawî de, Abdulrezaq hat xelatkirin û bû Emîrê ewlekariyê. Li gel çeteyên DAIŞ’ê bi navê navbenkarê Hesekê û Şedadê dihat binavkirin. Ji bo avakirina şaneyên veşartî û rêvebirina wê hat erkdarkirin.

Abdulrezaq Hemed El-Selame got ku nêzî 30 şaneyî ava kiriye. Her şaneyek ji 4-5 çeteyan pêk tê. Piraniya wan jî ji endamên DAIŞ’ê yên ji herêmên Dêrazorê ber bi Tirkiyê ve hatin şandin û piştre derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn.

Ji nav wan 30 şaneyan, çeteyê bi navê Ebû Elî Bêskî heye ku hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiyê Merwan Fetîh li Dêrazorê di 29’ê Kanûna 2018’an de kuştiye. Her wiha Bêskî êrîşa xwekuj a ku dewriya Koalîsyona Navdewletî ya li ser rêya Şedadê ya 47 di 21’ê Kanûna 2019’an pêk aniye. Ew jî bi perspektîv û plana Abdulrezaq Hemed El-Selame û beşdariya wî, pêk hat.

Pereyên DAIŞ`ê di bankên Tirkiyê de ne û ji şaneyên veşartî re têne şandin

Der barê çawaniya ku endamên şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ`ê çek, cebilxane, alavên pêwîst û pere dighêje wan Abdullrezaq diyar kir ku beriya çeteyên DAIŞ`ê ji Hecînê werin derxistin çeteyê bi navê Ebû Îbrahîm El-Reqawî barek ji çekan bi rêya sarîceke sotemeniyê şand û di çolistanê de hat veşartin. Her wiha Abdullrezaq diyar kir ku beriya ji herêmên Şedadê û Dêrazorê werin derxistin wan çekên xwe li herêmên çolistanê veşartin. Her ku dihat xwestin çeteyê Ebû Îbrahîm navê cihên ku çek têde hatibûn veşartin, digot. Der barê pereyan de Abdullrezaq got pereyên çeteyan ên di benkên Tirkiyê de bi rêya şîrketa Xewace  ji wan re dihat şandin. Car carna jî pere ji herêmên di bin dagirkeriya çeteyên Tirkiyê de û bi taybet Idlib dihat şandin û wiha got:"Di kêmî salekê de min zêdeyî 70 hezar dolar wergirt."

Çeteyê bi navê Abdullrezaq Hemed El-Selame tekez kir ku wî praniya şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ`ê li herêmên Hesekê, Şedadê û Til Temir bi rêve bir û got hemû êrîşên li wan herêman pêk hatin ji nîvê sala 2018`an heta dema girtîna wî hemû bi pilan û praspaktîfên wî bûn. Her wiha agahî bi awayekî zirav didan ajansa El-Emaq a girêdayî çeteyên DAIŞ`ê. Çete diyar kir ku piştî pilansaziya li dijî dewriyeyeke Koalisyona Navdewletî çeteyan ew weke cîgirê emîrê wîlayeta El-Berke erkdar kirin. Çeteyê bi navê Abdullrezaq û şaneya wî ya bi navê Şaneya Elî Bêksî tev li êrîşî bûn. Di demên pêş de dê agahî der barê wê şaneyê de werin weşandin.

(fr-bx)

ANHA  


Mijarên Din