​​​​​​​‘Planeke mezin ji bo revandina DAIŞ`iyên ji kampa Holê heye’

Pisporên kar û barên komên terorîst destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê dê derfetê bide DAIŞ`ê ku xwe ji nû ve bi rêxistin bike û derbasî pêvajoyeke nû ya terorê bibe. Her wiha diyar kirin ku planeke revandina malbatên DAIŞ`ê û şaneyan heye.

Dewleta Tirk a dagirker di çend rojên dawîn de bi balafirên şer û bêmirov ên biçek êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û girtîgeha Qamişloyê ku tê de çeteyên DAIŞ`ê hene, kampa Holê ku tê de malbatên çeteyan hene, kir.

Pispor û lêkolînerên kar û barên tevgerên terorîst û tundraw hişyarî dan ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser hêrêmê dê derfetê bide DAIŞ`ê ku xwe ji nû ve bi rêxistin bike.

VEJANDINA DAIŞ’Ê

Pirsporê kar û barên komên terorîst ê ji Misirê Mûnîr Edîb têkildarî mijarê diyar kir ku şerê dewleta Tirk ê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bandorê li têkoşîna li dijî terorê ya li herêmê bike ku DAIŞ`ê li hin parçeyên wê serdest bû.

Edîb got QSD di tunekirina vê rêxistina tundraw de bi ser ket û dewleta wê hilweşand. Her wiha bal kişand ser girtîgeh û kampên ku bi hezaran DAIŞ`î û malbatên wan tê de û anî ziman ku eger dewleta Tirk şerekî li dijî QSD`ê bide destpêkirin, dê dehfekê bide DAIŞ`ê ku xwe ji nû ve bi rêxistin bike, nexasim ku berê çend caran hewl hebûn ku ew kesên tundraw ji girtîgehan birevin. Edîb girtîgeha Sînaa ya Hesekê wek mînaka vê yekê nîşan da.

TEVLIHEVIYA DEMA PÊŞ

Li gorî Edîb, komên tundraw mîna şaneyên veşartî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene û çalak in û destnîşan kir ku şerê muhtemel ê dewleta Tirk dê deriyê hevkariyê di navbera tundrawên di girtîgehan û kampan de veke.

Edîb destnîşan kir ku ev yek dê bi xwe re tevliheviyê li herêmê bîne, dibe ku bandorê li stratejiyên şerê li dijî terorê û têkoşîna li dijî rêxistina tundraw li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û dibe bibe sedem ku ew kesên tundraw ji girtîgehan birevin.

Edîb, tevliheviya ku di encama êrişa hewayî ya dijî hêzên parastina kampa Holê de çêbûye bi bîr xist û got ku li gel hebûna bi hezaran malbatên DAIŞ`ê û bi hezaran endamên DAIŞ`î yên muhtemel ku berê zarok bûn û niha mezin bûne, ev êrişên hewayî yên Tirkiyê tevlîhevî li kampê çêkir û ev yek bandor li têkoşîna li hember wan tundrawan dike yan jî herî kêm bandor li parastina girtîgehan dike ku ew tundraw tê de ne.

Edîb ev bang li welatên cîhanê kir: “Her êrişek li dijî herêmê dê bandorê li ewlehiya cîhanê bi giştî bike, ne tenê ya Kurdan an jî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

WESIYETA EL BEXDADÎ

Edîb eşkere kir ku piştî kuştina serçeteyê DAIŞ`ê Ebû El Hesen El Haşimî El Qureşî û diyarkirina Ebû El Hisên El Qureşî li şûna wî, gelek guhertin çêbûn û got: “Dibe serçeteyê nû wesiyeta Ebû Bekir El Bexdadî bîne cih ku di qeydeke deng de bi navê 'Cenga şikandina qeydan' behsa rizgarkirina endamên rêxistinê û malbatên wan ji kamp û girtîgehan dike. Operasyonên leşkerî yên Tirkiyê, ji bo endamên vê rêxistinê firsendek e ku wesiyeta El Bexdadî pêk bînin. Ev bi xwe li ser ewlehiya cîhanê xetereyeke mezin e.”

Di dawiyê de Edîb got: “Divê cîhan piştgiriya QSD`ê bike, nehêle Tirkiye êrişî bakurê Sûriyê bike. Ji ber ku ev êriş dê hawîrdoreke guncew û stargeheke ewle jib bo vegera DAIŞ`ê peyda bike.”

PLANA REVÊ YA MEZIN

Pirsporê tevger û komên tundraw Dr. Emrû Ebdulmunim jî li ser mijarê got: “DAIŞ yek ji amûrên rejîma Erdogan e. Istîxbarata Tirkiyê ji bo pêkanîna berjewendiyên Enqereyê endamên vê rêxistinê bi kar tîne.”

Ebdulmunim wiha domand: “Tirk li gorî rêgeza dijminê dijminê min dostê min e, dijminatiya rêxistina terorîst li dijî hêzên Kurd bi kar tîne, piştî ku hêzên Kurd dewleta wan ji hev xist.”

Ebdulmunim destnîşan kir ku şerê dewleta Tirk li dijî bakurê Sûriyê, xizmeta çeteyên DAIŞ`ê dike û reva wê ji girtîgeh û kampan hêsan dike.

Ebdulmunim eşkere kir ku ji bo tesfiyekirina kampa Holê, bi desteka dewletên cîran planek heye da ku hejmara herî zêde ya çeteyan birevin û got: “Reva çeteyan ji kampan tê wateya ku nifşê çaran a rêxistina terorsît heye û belavbûna wan di nava herêmê de, rê li pêşiya ji nû ve birêxistinkirina rêxistinê li herêmê vedike.”

Ebdulmunim di dawiyê de wiha anî ziman: “Mayîna kampa Holê bi vî şiklî û helwesta dewletan ku welatiyên xwe ji kampê nebin, herêmê dike qadeke nû ya şer. Ji ber ku bûye cihê perwerdekirina DAIŞ`iyan. Em dikarin bêjin bûye kampek ji bo vegera rêxistinê ya muhtemel ku amadekariya wê tê kirin û şerê Tirkiyê li dijî bakurê Sûriyê rê li pêşiya wê vedike.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din