Pêla seqemê bandor li koçberan kir

Koçber di havîn û zivistanê de zehmetiyan dikişinin, her çiqas çadirên xwe bi cewam dipêçin jî nikarin xwe ji germê û sermê biparêzin.

Şêniyên Kampa El-Mehmudlî ya li nêzî bajarê Tebqayê azarên mezin dikişînin. Sermaya zêde û pêla seqemê hişt ku azarên koçberan zêde bibin. Ên ku di nav malan de nikarin tehemul bikin, wê demê çawa yên di nav kampan de dê tehemul bikin. 

Di kampê de 8 hezar û 72 kes di bin hezar û 800 konan de dimînin. Di nav de 4 hezar jê 155 zarok astengdar in. Ji bilî alîkariyên ku Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê mîna sotemenî, betanî û cilên zivistanê belav kirine, tu rêxistinek mirovî desteka pêwîst pêşkêş nekiriye.

Koçberên Kampa El-Mehmudlî azarên xwe vegotin û teqez kirin ku kêmasiyek mezin ji hêla rêxistinên mirovî yên ku di nav kampê de kar dikin heye. Koçberan destnîşan kirin ku ew bi hewcedariya alîkariyên lezgîn in da ku karibin xwe û zarokên xwe li gel rewşa hawayê ya dijwar biparêzin.

Koçberê bi navê El-Mihêmîd ji gundewarê bajarê Himsê ye teqez kir kuji ber rewşa hawayê ya sar û tunebûna madeyên germkirinê, koçber di nav kampê de rewşên dijwar dijîn.

El-Mihîmîd di nav gotinên xwe de behsa kêmbûna medeyên xwarinê yên ku ji şêniyan re hatine pêşkêşkirin kir. Her wiha îşaretpê kir azarên koçberan piştî ku koçberên Kampa Eyn Îsayê hatin kampê piştî êrişên Tirkiyê azarên wan zêde bûn.

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Kampa Eyn Îsayê yekser kirin hedef zêdetirî 325 malbat ji Kampa Eyn Îsayê ji Kampa El-Mehmudlî re hatin veguhestin.                                                                                                                                                                                    

Koçbera bi navê Fatîm El-Şihûd a ji gundewarê Hemayê got: “Betaniyên li malbatan hatine belavkirin kêm in. Ji ber tunebûna madeyên germkirinê û pêdiviyên zarokan, zarok zehmetiyan dikişînin. Ji ber ku golên avê  li ser rêyên di nav kampê de çêbûne, nikarin bimeşin. Heta ava vexwarinê qerisiye. Madeyên bingehîn jî kêm in.”

Koçberê ji bajarê Tedmurê Xalid El-Hisên destnîşan kir ku konên kampê rizîne. Koçberan ji sermayê naparêzin. El-Hisên diyar kir ku ji ber sermayê û kêmbûna nuqteyên tenduristiyê gelek haletên nexweşiyê di nav kampê de hene.

Di nav kampê de 4 nuqteyên tenduristiyê hene. Her wiha iyadetên Heyva Sor a Kurd hene. Lê ew desteka pêwîst wernagirin. Derfetên wê kêm in û nikarin ji tevahiya nexweşan derman bikin bi taybet zarokan.

El-Hisên destnîşan kir ku pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên bingehîn mîna cilên zarokan û sobe hene. Da ku azarên wan di demsala zivistanê de derbas bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din