PKK: Şoreşa Rojava bûye ronahî û hêviyek

PKK: Şoreşa azadiyê ya Rojava bûye ronahî û hêviyek. Li ser xeta modernîteya demokratîk a Rêber Apo û li ser şopa şehîdên qehreman wê ev rewşa ronahî û hêviyê bidome.

Derbarê salvegera 8’emîn a Şoreşa Rojava Komîteya Rêveber a PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

 “Di çaryeka pêşîn a sedsala 21’emîn de Şoreşa Azadiyê ya Rojava ya ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de bûye çavkaniya azadî û hêviyê, em di salvegera wê ya heştemîn de ne. Em gelê xwe yê qehreman ê Rojava Kurdistanê, şervan û fermandarên YPG û YPJ’ê, hemû kedkarên şoreşê û gelê xwe yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin.

Di şexsê şehîdên pêşeng ên şoreşê Şîlan Kobanê, Xebat Dêrik, Gelhat Gabar, Arîn Mîrkan, Adnan Ebû Emcet de, em hemû şehîdên qehreman bi rêzdarî û hezkirin bi bîr tînin. Di şexsê Ulaş Bayrakoglû, Baran Serhat û Destan Yoruk de şehîdên şoreşê yên Tirkiyeyê û di şexsê Şehîd Bagok, Şehîd Dilsoz û Şehîd Hêlîn de şehîdên enternasyonalîst ên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin. Di salvegera şehadeta wan a pêncemîn de em cangoriyên qetlîama Sirûcê ya di 20’ê Tîrmeha 2015’an de bi rêzdarî bi bîr tînin.

Gelekî baş tê zanîn ku Şoreşa Rojava bûye xeleka sedsala 21’emîn a meşa azadîxwaz û şoreşê. Xwe dispêre mîrateya şoreşger û wan digihîne sedsala 21’an.  Li ser vî esasî em meşa şoreşger û azadîxwaz a mirovayetiyê silav dikin. Em bang li hemû mirovên ji reng, netewe û cinsan dikin ku di şexsê Şoreşa Azadiyê ya Rojava de meşa mirovayetiya azad pîroz bikin.

Wekî ku tê zanîn Şoreşa Azadiyê ya Rojava bi saya keda bîst salan a Rêber Abdullah Ocalan û danheva têkoşîna azadiyê ya gelê me yê Kurdistanê ev şoreş pêk hat. Heşt sal in DAIŞ, El- Nusra, AKP û MHP di serî de li dijî hemû êrîşên hovane yên faşîst li ser fikra neteweya demokratîk û fikrên xweparastinê yên Rêber Apo xwe parast. Bû yekemîn qada ku xeta modernîteya demokratîk a Rêber Apo lê pêk hat.

Dîsa baş tê zanîn ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava, bi rastî jî bû şoreşa gelan, şoreşa jinan, şoreşa ciwanan û şoreşa civaka demokratîk. Wekî şoreşa neteweya demokaratîk a ku xwe dispêre yekîtî û biratiya demokratîk a gelên Kurd, Ereb, Siryan, Tirkmen, Ermen û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Li ser vê bingehê hemû kêşe çareser kir, hemû êrîş bi vî awayî şikand. Li hemberî nêziktêdayînên parçeker û cudaxwaz ên pergala desthilatdar û dewletparêz yekîtî û biratiya demokratîk ava kir.

Şoreşa Azadiya Rojava ya ku şoreşa modernîteya demokratîk e bi qasî ku şoreşa neteweya demokratîk e, di heman demê de şoreşa azadiya jinan e jî. Belkî di dîrokê de di tu şoreşê de bi qasî ya Rojava tevlêbûn û pêşengiya jinan pêk nehatiye. Li ser vî esasî ev şoreş bûye şoreşa jinan û xeta azadiyê ya jinan hatiye avakirin. Jin him pêşengiya avakirina civaka azad dikin û him jî bi xweparastinê şoreşê diparêzin. Hêza afirîner û serkeftî ya li ser xeta azadiya Apoyî xwe ava kiriye, di pratîka Rojava de xwe daye der.

 

Ji destpêkê ve diyar e ku çiqas hêzên paşverû, faşîst, nijadperest û dijminên Kurdan çawa êrîşî şoreşa Rojava kirine. Êrîşên çeteyên OSO, El Nusra û DAÎŞ’ê dema hate şikandin, li Kobanê ev çete hate têkbirin piştî 26’ê Tebaxa 2016’an êrîşên dagirker ên AKP û MHP’ê dest pê kir. Van êrîşên dagirker ên bi dagirkeriya Cerablûs û Babê dest pê kiriye heta dagirkeriya Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê domiyaye. Em bawer in ku di sala nehemîn a şoreşa azadiyê de wê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê van derên dagirkirî rizgar bikin û li hemberî hemû êrîşan şoreşê biparêzin.

Wekî duh îro jî dilê gelê me yê her çar parçeyê Kurdistanê û gelê me yê li derveyî welat, yê hemû gelan bi şoreşa azadiyê ya Rojava ye. Di van heşt salan de jin, ciwan û kedkar di serî de, hemû kesên pêdiviya wan bi azadî û demokrasiyê heye, berê xwe dane Şoreşa Azadiyê ya Rojava û hêzeke xurt ji şoreşê stendine.  Şoreşa azadiyê ya Rojava bûye ronahî û hêviyek. Li ser xeta modernîteya demokratîk a Rêber Apo û li ser şopa şehîdên qehreman wê ev rewşa ronahî û hêviyê bidome.

Gelê Kurd di serî de em hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên Şoreşa Azadiyê kirine, pîroz dikin, careke din şehîdên qehreman bi bîr tînin, hêzên azadiyê silav dikin û di sala nehemîn a şoreşê de serkeftinê ji wan re dixwazin.”


Mijarên Din