Îro salvegera 42`yemîn a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye ku di nava gel de wek “partiya şehîdan” tê nasîn. Bi vê boneyê û bi dirûşma "Bi ruhê damezirandina tevgera azadiyê, em ê têkoşînê bilind bikin û dagirkeriyê têk bibin" şêniyên navçeyên Girkê Legê, Til Koçber û Çilaxa li yarîgeha bajarokê Rimêlanê şahiyek li dar xist.
Di şahiyê de endama Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Çîçek Elî salvegera damezirandina PKK`ê pîroz kir û da zanîn ku destkeftiyên gelê Kurd, bi saya têkoşîn û berxwedana PKK`ê ne û got: "PKK`ê gelê Kurd ji qirkirinê rizgar kir."
Piştre Koma Aliyan a girêdayî Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê stran pêşkêş kirin.
TIL TEMIR
Bi heman armancê, bi sedan şêniyên navçeya Til Temirê li parka Meclisa Malbatên Şehîdan a navenda navçeyê kom bûn.
Park bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan, alên PKK`ê û alên partiyên siyasî hate xemilandin.
Şahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê Hedle Yûnis axivî. Hedle salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir û got: "PKK bê rawestan tê dikoşe û li hemberî zehmetî û astengiyan li ber xwe dide."
Hedle salvegera damezirandina partiyê li hemû gelan û rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.
Piştî axaftinan Koma Şoreş stran gotin.
DIRBÊSIYÊ
Şêniyên navçeyê li yarîgeha Beledî ku bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên PKK`ê û wêneyên şehîdan hatibû xemilandin, kom bûn.
Şahiyê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulbaqî Elî salvegera damezirandina PKK`ê li hemû dayikên şehîdan pîroz kir û got: "Damezirandina PKK`ê, gelê Kurd ji zilmê rizgar kir. PKK ji bo mafê her Kurdekî têkoşiya û hîna têdikoşe û azadiya gelê Kurd dixwaze."
Piştî axaftin bi dawî bûn, koma Zîlan a girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Dirbêsiyê pêşandanên hunerî pêşkêş kir.
(eh)
ANHA